Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye 2021-12-07 13:46:54   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 22’yan de berdewam dike.   Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 22’yan de berdewam dike. Ji roja destpêka nobetê ve gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û welatiyan serdana malbatan kirin. Malbatan diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bên wê Nobeta Edaletê bidomînin.