‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe' 2021-12-07 13:55:03   MERSÎN - Di daxuyaniya ku derbarê budçeyê de li Mersînê hat dayîn de ev bang hat kirin: "Ne ji qesrê re ji gel re budçe."    Rêxistina HDP'ê ya Mersînê, derbarê hevdîtinên budçeya sala 2022'an ku li meclisê didomin de li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek HDP'î tevlî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de pankarta "Ji qesr, şer û alîgiran re na ji gel re budçe" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Mersînê Gulbahar Şofer, axivî û diyar kir ku ji ber pêkanînên antîdemokratîk qrîza aborî kûr bûye û mirovan ber bi xizaniyê ve defandiye.     Şofer, diyar kir ku budçeya sala 2021'an ji bo karker, kedkar, cotkar û gundiyan veguheriye îşkenceyê û wiha got: "Desthilata ku vê zilmê ji gelan re rewa dibîne, pêşniyarqanûneke ku bi budçeya sala 2022'an xizanî û tunebûnê kûrtir bike aniye meclisê. Êdî zem ne rojane serê seaetê tên kirin. Desthilata ku 19 sal in welat bi rê ve dibe berpirsê van hemû neyîniyan e. Pareke mezin a budçeyê ji şer re hatiye veqetandin. Wê gelên vî welatî kesên bi nan û karê wan dilîzên efû nekin. Di encam qrîzên pir de wê gelên vî welatî bersiva desthilatê di sindoqê de bidin."