Rojek navber dan Doza Kobanê 2021-12-07 14:51:02   ENQERE - Danişîna Doza Kobanê ku derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên MYK’ê de hatiye vekirin, rojekê hat taloqkirin   Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de berdewam dike. Hevserokên Gitşî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 21 jê girt3i 108 siyasetmedar jê tên darizandin. Danîşîn li 22’yemîn Dageha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê danîne hat lidarxistin. Siyasetmedarên tên darizandin û parêzerên wan bi boneya ku daxwaz wan a darizandina adilane hatibû redkirin, beşdarî danişînê nebûbûn. Danişîna ku rojnamevan jî bi hêceta “qertê turkuazê nîne” hatin astengkirin, li eywaneke tejî esker û polîs pêk hat. Piştî ku dadgehê daxwaznameyên hêcetê li dosyayê zêde kir, danişîn rojekê taloq kir.    Wê danişîna 7’emîn di 9’ê Kanûnê de were dîtin.