Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin 2021-12-07 15:05:25   AMED - Danişîna doza konutên Çiyayê Kirklara Sûrê ku Şaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş jî di nav de 32 kes jê tên darizandin hat taloqkirin.    Li qeraxê Çemê Dîcleyê li ser Çiyayê Kirklarê ya bi ser navçeya Sûra Amedê ve konut hatibûn lêkirin. Pişt re jî bi biryara dadgehê hatibûn xerakirin. Muteahîdê van avahiyan yarbayek pîlot Ufuk Eser Subaşi yê teqetbûyî bû. Vî muteahîdî giliyê Serokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş jî di nav de 32 kesan kir. Bi îdiaya “fînansmanê ji rêxistinê re dabîn kirine” gilî kir.    Doza ji sala 2016’an ve hatiye vekirin danişîna wê ya 20’emîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kesên ji dozê tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn. Dadgehê ji ber kêmasiyên dosyeya dozê danişînê taloqî 7’ê hezîrana 2022’yan kir.