Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne 2021-12-07 15:17:04   EDENE - 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê, li dijî binpêkirinên mafên mirovan 10 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne ragihandin ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya xwe bidomînin.    Abdulah Gunay ê li Girtîgeha Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê dimîne, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ragihandin. Gunay, ji dayika xwe Besna Gunay re vegot ku midur Haydar Alî Ak ê ji Girtîgeha Edîrneyê tayînî Girtîgeha Kiriklarê hatiye kirin gef li wî xwarine û wiha got: “Midûr Haydar ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê beriya 4 salan gotibû min gef li wî xwarine û giliyê min kiribû, niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê bûye midûr. J imin re dibêje ‘Min tu çawa ji Edîrneyê sirgûn kirî ez ê te ji vir jî sirgûn bikim’ Du meh in em pirsgirêk dijîn. 2 hevalên me girtin û birin qawişên cuda. Ji bo bînin cem me me çalakiya deng derxistinê pêk anî. Ji bo ku hevalên me bînin qawişa me ev 10 roj in em di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Bi min re 2 hevalên din jî di çalakiyê de ne. Em xistin hucreyên yek kesî. Heta ku daxwaza me were pêşwazî kirin em ê çalakiya xwe bidomînin.”   Dayik Gunay, diyar kir ku kurê wê 23 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, îşkenceyên mezin lê hatine kirin, “poşmantî” lê tê ferzkirin û xwest zextên li girtîgehê bi dawî bibin. Gunay, da zanîn ku ji tişteke neyînî ku bi serê kurê wê û girtiyên din were, dê midûrê girtîgehê û Wezîrê Dadê berpirsyar bin û xwest binpêkirinên mafan bi dawî bibin.