PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir 2021-12-07 16:10:14   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK ku li dijî êrişên DAIŞ'ê bêdengiya xwe didomîne, ber bi herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor li wan didomin ve sewqiyata leşkerî pêk anî.     PDK ku tevlî operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor ên li Herêma Kurdistanê bûye, sewqiyatên leşkerî yên di 5'ê hezîranê de bi hêzên Zêrewanî û Gulan ber bi herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê li wan didomin dabû destpêkirin didomîne. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, di şeva 5'ê kanûnê de hêzên taybet ên PDK'ê li herêma Şêladizê ber bi baregeha leşkerî ya Sîrê ku Artêşa Tirk lê dimîne sewqiyatê leşkerî pêk anîne. Hat dîtin ku gelek maşîneyên zirxî û çekên giran sewqî baregeha Artêşa Tirk hatine kirin.     Di nav hefteyekê de li Herêma Kurdistanê 22 pêşmerge û 5 sivîl di encam êrişên de DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bêdengiya PDK'ê ya li dijî van êrişan , sewqiyata wê ya leşkerî ya ber bi bargehên Artêşa Tirk di nav gelê herêmê de bûye sedema bertekan. Gel bertekên xwe wiha tînin ziman: "Şer li deştê heye, li vir şer tune ye."   Aktîvîstên Herêma Kurdistanê, ragihandibûn çekên ku Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê ji bo şerê DAIŞ'ê dabûye PDK'ê di operasyonên Artêşa Tirk ên li derveyî sînor de hatine bikaranîn.