Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin 2021-12-07 16:40:51     NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê bang kir ku di çarçoveya Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Dinyayê de di 11'ê kanûnê de li seranserê dinyayê çalakî bên lidarxistin.    Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin û hate ev tişt hat gotin: "Dewleta Tirk a faşîst ku taşeroniyê ji tecrîda navneteweyî re dike, bi rengekî bêperwa sîstema êşkenceyê dewam dike, ji bêdengiya saziyên Ewropayê û hêzên navneteweyî hêzê werdigire. Dewleta Tirk a faşîst tecrîd li ser Rêber Apo li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê belav kiriye."   'ERDOGAN DIXWAZE BI QIRKIRINA LI SER PIYA BISEKINE'   Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo gaveke girîng e, lê belê dema ku heta Îlona 2022'an daye Tirkiyeyê demeke gelekî dirêj e ku nayê qebûlkirin. Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne. Rêber Apo hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, li dijî şer yekane hêza çareseriyê ye. Bi paradîgmaya xwe bûye rêberê azadî û demokrasîxwaz ê ji bo gelên cîhanê. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, li dijî nirxên gelê Kurd şer tê meşandin. Erdogan ê dîktator dixwaze bi komkujî û qirkirina gelan li ser piyan bimîne.   BANGA ÇALAKIYAN   Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya şerê li dijî siberojên ji jiyana hevpar a gelan, azadî û mafên demokratîk. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo tê wateya misogeriya aştiya civakî, demokrasî û azadiyê. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Sazî, rewşenbîr, kesayet û rêxistinên demokratîk, azadîxwaz, aştî û edaletê jî di nav de Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re 10'ê Kanûnê Roja Azadiya ji Abdullah Ocalan re ragihandin. Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re Cîhanê wê çalakî bêne lidarxistin û di serî de Kurdistanî wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo tevlîbûneke girseyî li çalakiyan bibe. Di vê çarçoveyê de çalakî wê 11'ê Kanûnê bên lidarxistin."   Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û demokrasiyê hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin.