Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin 2021-12-07 16:59:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê ku nobeta li Sêmalka didome dewr girtin, helwesta PDK’ê şermezar kirin.    Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenazeyan nadin malbatên wan. Li ser vê yekê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê li ser Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya nobetê di roja 64’an de didome.    Endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê çalakî ji koma Çilaxayê wergirt. Piştre jî endamên Dêrikê yên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê bi rengekî komî serdana çalakiyê kirin.   ‘DIVÊ PDK WERE SER XETA KURDITIYÊ’   Endama Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zîlan Roj daxuyaniyek da û nedana cenazeyên şehîdan şermezar kir. Zîlan Roj diyar kir ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe dewam bikin û wiha got: “Em hêvîdarin ku PDK cenazeyên şehîdan bide û em bang li PDK’ê dikin ku bê ser xeta kurdîtiyê.”   Liser navê Meclîsa Navçeya Çilaxayê jî Mûrad Şemo axivî û got: “Em ji dil bawer dikin ku ev çalakiya bi rûmet wê bi serketinê bi dawî bibe.”   TÊKILIYA PDK’Ê YA BI PDK’Ê RE   Endamê Dêrikê yê HPC’ê Salih Sadik nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û wiha axivî: “Şehîdên me ji bo parastina gelê kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Em PDK’ê şermezar dikin ku cenazeyên şehîdên me nadin me. Fermanên xwe ji dewleta Tirk digire. PDK xiyanetê dike û ji bilî berjewendiyên xwe bi kêr nayê.”   Salih Sadik destnîşan kir ku pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di êrişên DAÎŞ’ê de şehîd bûn mîna ewladên xwe dibînin û wiha got: “Ev çalakî bi salan jî dewam bike heta ku teslîmî me bikin em ê bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ berxwedana xwe dewam bikin. Yên ku xwe weke pêşengên gel dibînin, lê ji pêşiyên xwe ve di nava xiyanetê de ne bila bi vê zanibin.” Girseya gel piştre kedkarên Şîrketa Girzîro ya Dêrikê pêşwazî kir.   Liser navê kedkaran jî Emîn Silêman axivî û got: “Em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan de bin. Em mafdar in û ji ber ku mafdar in gelê Rojava bi salane li ser piyan e. Çalakiya li vê derê bersiveke, peyameke. Bila civaka navneteweeyî jî, kurdên welatparêz jî, kurdên di nava xiyanetê de jî guh bidin vê peyamê. Çalakgerên li vê derê bi tenê nîne, gel her roj li vir amade ye.”   Piştî axaftinan endamên Dêrikê yên HPC’ê û kedkarên Girziroyê serdana çalakgeran kirin.