Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake 2021-12-08 09:27:15   ŞIRNEX - Mele Saît Ozdemîr ku bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya li hemberî cenazeyan da, destnîşan kir ku di tu dînî de tahde û îşkenceya li cenazeyan nayê qebûlkirin.    Cenazeyên endamên HPG û YJA Starê bi salan e radestî malbatên wan nayên kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Meletî û Amedê û gelek bajarên din herî kêm 900 cenaze li goristanên "bêkesan" hatine veşartin û radestî malbatan nayên kirin. Her wiha heman tişt li Herêma Kurdistana Federe jî wisa ye. Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî serî li pêkanînên AKP'ê yên li hemberî cenazeyan daye. PDK, 5 cenazeyên endamên HPG'ê yên di 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê di kemîna hatibû danîn de jiyana xwe ji dest dabûn, 3 meh in nedaye malbatên wan. Çalakiya malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan jî 65 roj in li Deriyê Sinor ê Sêmalkayê didome.    Mele Sait Ozdemir bertek nîşanî vê helwesta li hemberî cenazeyan da.   'NEDAYÎNA CENAZEYAN NAYÊ QEBÛLKIRI'    Mele Ozdemîr, anî ziman ku desteserkirina cenazeyan û bêrêziya li hemberî cenazeyan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Mirov li cem Xwedê hebûneke girîng e. Rebê alemê dest, çav, ling û guhê mirov ew qas bi qîmet daye ku nayê kirînê. Van hemûyan bidin aliyekî ruh di qata xweda de gelek bi qîmet û pîroz e. Di ayeta pîroz de tê gotin ku mirov nefsekî bikuje, ew kes kî be, çi ziman ,çi ol û reng be weke ku li ser erdê hemû hatine kuştin tê hesibandin. Xwedê vî tiştî qebûl nake. Pêwîst e ku em li hemberî hev du rêz û hûrmetê bigirin. Heger kes mirî be û ruhê xwe dabe, divê hurmet bê girtin. Ew bêrêziya li hemberî cenazeyan tê kirin gunehê wê mezin e. Çimkî kesê ku dimire mêvanê xwedayê alamê ye. Xweda dibêje ku kesê ku dimire nijadê wî, ziman û baweriya wî çi be dest dirêjiyê nekin. Di qata xwedê da ziman, ol, reng û bawerî ferq nake û her kî be mêvanê Xwedê ye. Xwedê em cur bi cur çêkirine. Ji ber wê jî divê em li hemberî hev du bi rêzdar bin. Ev tişta ku li ser cenazeyan tê kirin û nedayina cenazeyan di qata xwedê de nayê qebûl kirin. Ev tişt ne li gorî olê ne. Divê di serî de  mirovê bawermend giredayî qanûnên Xweda be."   Ozdemîr, destnîşan kir ku nedayîna cenazeyan nayê qebûlkirin û ji bo ayeta "Heger min xwestibûna min ê mirovê li ser erdê hemûyan bikirana bawermend, misilman û ji yek zimanî" bibîr xist û got: "Lê di sureya Yunus ayeta 99'an de dibêje,'Ma hûn dê mirovan bi zorê bînin ser dîn, fikir û zimanê xwe?' Xwedê vî tiştî qebûl nake û ev tişt di pirtûkên Xwedayê Heq de derbas nabe. Divê ev ayetên pîroz esas bên girtin. Xweda dibêje, 'Min ziman, bawerî û nijadên cuda çêkirin ku hev du qebûl bikin.' Em divê van tiştan qebûl bikin. Cudabûna reng, ziman, bawerîyan dewlemendiya Xweda ye. Em heger van cudahiya qebûl nekin, weke ku me Xweda qebûl nekiriye. Cudabûna çand û zimanan ayetên Xwedê ne."    'DI TU OLÊ DE ÎŞKENCEKIRINA CENAZEYAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Ozdemîr, da zanîn ku di tu bawerî û olan de îşkencekirin û desteserkirina cenazeyan tune ye û axaftina xwe wiha domand: "Xweda di ayetekê de dibêje, 'Mirovê ku dimire xwîn û malê wî li ser her kesî heram dibe.' Hesabê wî kesî di roja qîyamatê de li ba xwedayê mezin e. Dîn rê nade vî tiştî. Kesên ku dimire dibe ku ne ji ol û baweriya me bin, lê hesabên wan li gel Xwedê ye. Em çavkaniyên van kiryarên xwe ji ku distînin? Kur'an û hedîs rê nadin van tiştan. Di  Încîl, Tevrat, Zebûr û  Kur'ana pîroz de jî wiha derbas dibe. Tu ol îşkenceya li ser cenazeyan qebûl nake. Û ev pêkanîn di tu baweriyan de nayê pejirandin."    'EM DIVÊ DESTÊ XWE BIDIN HEV'    Ozdemîr, diyar kir ku çareserî qebûlkirina hebûna hev du te û di dawiya axfaftina xwe de ev bangawazî kir: "Divê li şûna nexweşiyê xweşî hebe. Em divê ji hev du hez bikin.Tevahiya mirovahiyê yek e. Em heger ku yek ayetekî jî pêk bînin ji me re bes e. Heger destê me, lingê me û yan jî milê me biêşe her dereke me diêşe. Ji ber wê jî ku derê mirovekî biêşe em bi hev re hîs dikin. Li ku dera cîhanê çi ziman, bawerî û gel biêşe divê mirovahî pê biêşe. Misilman ew e ku yê însanetî ji dev û destê wî zilmê nebîne. Em niha li vir li ser dîn û Kur'ana pîroz diaxivin lê yê ku ji vê aciz bibin hene. Misilman ew e yê ku bi dev û destê xwe zilm li ser mirovahiyê neke. Divê em destê xwe bidin hev du û rêz hûrmetê bidin hev."    MA / Zeynep Dûrgût