40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin 2021-12-08 09:54:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 44 ciwanên ku li ber OPCW'ê çalakî kirin 40 jê hatin dersînorkirin û dema binçavkirina 4 ciwanan jî ji bo 2 hefteyên din hat dirêjkirin.   Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li hemberî Tirkiyê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê û xelkê çekên  kîmyewî bi kar tîne, bêdeng e, lê kurdên ku Tirkiyeyê û bêdengiya OPCW’ê protesto dikin tên cezakirin. Ji 44 ciwanên ku polîsan ew piştî çalakiya li ber avahiya OPCW’ê ya li Den Haagê kirin nezaretê, 40 hatin dersînorkirin û ji bo 4 ciwanan jî dema binçavkirinê 2 hefteyan hat dirêjkirin.   CIWAN DERSÎNOR KIRIN   Ji ciwanên li qereqolên cihê yên li bajêr 40 kes piştî ku dema nezaretê ya 3 rojan qediya, hatin berdan û ji ber ku ne welatiyên Holandayê bûn, hatin dersînorkirin. Qedexeya ketine nav erdên Holandayê jî li ciwanan hat birrîn. Hat zanîn ku yek ji ciwanan li balafirgeha Rotterdamê hatiye rawestandin da ku wî dersînorî Fransayê bikin. Parêzerê wî da zanîn ku li gorî nivîs û bersivên polêsên biyaniyan, dersînorkirin dikare heta bi 10 rojan jî dewam bike.   Ji ciwanên OPCW protesto kirîn, 4 kes hîna di nezaretê de ne û dema wan a nezaretê jî 14 rojan hat dirêjkirin.    DIXWAZIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN   Parêzerê ciwanan Huseyin Aktaş nerazîbûn nîşanî tohmetbariyan û dirêjkirina dema nezaretê da û îşaret bi daxuyaniyên Erdogan kir. Aktaş da zanîn ku Erdogan gotibû “Li Holandayê, qederê 50 PKK’yî girtin birin. Ji ber ku hewl dan li wir operasyonê bikin.” Aktaş got: “Di ser ciwanên di nezaretê de xwestin bi fermana Erdogan mirovên li dijî sîlehên kîmyewî têdikoşin, çavtirsandî bikin.”   ÇALAKÎ 5 MEH IN DEWAM DIKIN   Ciwan dixwazin OPCW, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî li dijî sîlehên kîmyewî karê xwe bikin û heyeteke serbixwe bikaranîna sîlehên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap ê Avaşînê lêbikole. Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) Huseyin Yildiz jî destnîşan kir ku dewleta Tirk di 7 mehan de bêhtirî 300 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîne û wiha axivî: “Ev herî kêm 5 meh in ku Kurd, înternasyonalîst, sazî li dijî vê yekê dosyayan didin, çalakiyên demokratîk dikin. Lê belê hêzên destekê didin qirkirina Kurdan bi destê dewleta Tirk, beramberî vê bêdeng in.”    Yildiz diyar kir ku kurdên hatine binçavkirin wê serê xwe netewînin û wiha got: “Heger hegemonên dinyayê beramberî qirkirina Kurdan bêdeng bin û beramberî her awayê êriş û komkujiyan li cem saziyên mêhtinger û faşîst cihê xwe bigrin, hingê tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan dimîne.”