Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir 2021-12-08 10:21:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê, êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir.    Di êrişa Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê de Hevserokê Desteya Rêveber ê Şengalê Merwan Bedel duh jiyana xwe ji dest dabû. Daîreya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê, têkildarî bûyerê daxuyanî da.    Daîreya Ragihandinê ya Ewlehiyê êriş şermezar kir û wiha got: “Em êrîşa Tirkiyê ya li ser wesayîteke ku di encamê de sivîlekî bêguneh ji Xanesorê jiyana xwe ji dest da bi tundî şermezar dikin. Em ji malbata Merwan Bedel re sersaxiyê dixwazin. Em dagirkirina axa Iraqê bi tundî red dikin. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan bang dikin.”