Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare 2021-12-08 11:09:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê baran û li deverên bilind ên bejahiya baran jî berf dibare.   Li bajarên bakurê Kurdistanê baranên bi tavî û berf dibarin. Şilî li Dersim, Çewlik, Mûş, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, navçeyên bakur ên Amedê (Şankûş, Çêrmûg, Erxenê, Gêl, Pîran, Hênê, Karaz û Pasûr), navenda Êlihê û navçeyên wê yên bakur (Hezo, Sason, Qubîn) û li navçeyên rojhilat ê Xarpêtê berf û baran bi hev re (serê metreçarnik'ê 20-50 kîlogram) û li deverên bilind jî berf dibare.    Di daxuyaniya ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hat dayîn de li dijî lehî, bayê bişid û asteniya trafîqê hişyarî hat dayîn.   Tê payîn ku bi şiliyê re germ jî bi 2-4 pîleyî bikeve.