Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin 2021-12-08 12:48:16   AMED - Li ser rêya Amed û Siwêregê jina bi navê Ozgul Z. di otomobîla ku li gel hişyariya “raweste” nesekinî de mirî hat dîtin. Muzlum Abacioglu yê di heman wesayîtê de bû hat binçavkirin.    Li ser rêya bejahiyê ya Amed û Siwêregê otomobîlek li nokteya kontrolê tevî hişyariya “raweste” jî ranewestiye. Leşkeran da pey otomobîlê û wê sekinandin. Di wesayîtê de jina bi navê Ozgul Z. a ku bi demançeyê hatibû kuştin hat dîtin.    Muslum Abacioglu yê ku tê gotin bi mehra mele bi Ozgul re zewici ye û wesayîtê diajot hatiye binçavkirin. Wî birin Fermandariya Leşkeriyê ya Amedê. Hat zanîn ku zarokek wan ku 6 salî bû jî di wesayîtê de bûye.    Di otomobîlê de demançeyek bêrûhsat jî hat desteserkirin.