Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin 2021-12-08 13:39:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmanî, Qeladizê, Helebçe û Germiyanê careke din xwendekarên zanîngehê daketin qada û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.    Li gelek bajarên Herêma Kurdistanê, bi daxwaza ku bûrsên wan ên ji sala 2014'an ve nayên dayîn bên dayîn û şert wan ên kampûsan bên başkirin, xwendekarên zanîngehê ji 20'ê mijdarê ve çalakiyan li dar dixin. Li Silêmanî, Qeladizê, Helebçe û Germiyanê îro jî xwendekarên zanîngehê daketin qada û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Rexmî êriş û binçavkirinan hêzên asayîşê jî xwendekar 19 roj in çalakiyên xwe didomînin.    Wezareta Lêkolînên Zanistî û Xwendekariya Bilind, ragiand ku biryar hatiye dayîn ku wê ji serê salê ve bûrsên xwendekaran bên razandin. Li gel vê daxuyaniyê jî xwendekar qadan terk nakin.