Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin 2021-12-08 15:01:09   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li dijî binpêkirina mafên girtiyan daxuyaniyek bide çapemeniyê, lê daxuyanî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan astengiya polîsan protesto kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî binpêkirina mafên girtiyan de xwest li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr daxuyaniyek bide çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan semta Ofîsê dorpêç kir. Polîsan çalakiya HDP'ê asteng kir. Demek dirêj di navbera polîs û girseyê de nîqaş derket.    Polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girse bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bertek nîşanê polîsan da û astengkî protesto kirin.    Pişt re rêveberên HDP'ê û girse wî cihê dorpêçê veqetiya.