Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da 2021-12-08 15:40:04   ENQERE - Saziya Kontrolê ya Cemaweriyê derbarê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi koronayê ket de agahî da û diyar kir ku di 28’ê mijdarê de neçûye ATK’ê lêkolîn nehatiye biencamkirin.    Cîgirên Serokên Koma HDP’ê Saruhan Oluç û Meral Daniş Beştaş û endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê Fatma Kurtulan li ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku çend roj in bi koronayê ketiye dipirsin. Parlamenterên HDP’ê derbarê rewşa Ozkan di 28’ê mijdarê de serî li Saziya Kontrolê ya Cemaweriyê dan. Vê saziya navborî di 29’ê mijdarê de bersiva serlêdanê da û ji HDP’ê re hat şandin.    Di bersiva hatye dayîn de îmzeya Serkontrolê Cemaweriyê Şeref Malkoç heye. Di bersivê de tê diyarkirin ku bi çar nivîsên fermî yên cuda ji Wezareta Dadê agahî hatiye stendin. Ev saziya navborî di bersiva xwe de dibêje ku tespîtên di salên 2011, 2013, 2015 û 2018’an ên derbarê Ozkan de “dikare di şertên girtîgehê de cezayê xwe rakeve” cih digire. Her wiha derbarê rewşa Ozkan de agahiyên bi nivîsa “lezgîn” a di dîroka 23’ê hezîranê de Serokatiya Desteya Îhtîsasê ya 3’yemîn a Saziya Tiba Edlî mutala hatiye daxwazikirin cih digire.    LÊKOLÎNA JI BO OZKAN BIENCAM NEBÛYE    Bersivên rapora ATK’ê di 7’ê tîrmehê de daye di bersivê de cih digire. Daxwaznameya parêzer û lawê Ozkan ku hişyarî dabûn jî di raporê de cih digire û di wê hişyariyê de gotine ku Ozkan nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Di vê bersiva ji bo HDP’iyan hatiye dayîn de tê gotin ku divê lêkolîna derbarê Ozkan de lazim bû di 6 mehan de bi dawî bibe, lê ji ber ku ew lêkolîn biencam nebûye, dê rêkolîna derbarê rewşa Ozkan de berdewam bike.