Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart 2021-12-08 16:11:35   ENQERE - Di Doza Kobanê de ku bi awayekî veşarî bêyî parêzeran îfadeyê gazindkeran hat girtin de biryar hat dayîn ku 2 gazindker bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bibin.   Rûniştina 7'emîn a danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên berê yên HDP'ê û endamên MYK'a wê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin, wê sibê bê berdewamkirin. Di rûniştina duh a danîşanê ku ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedora danişînê de nayên qebûlkirin parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî nebûn de rojnameger û şopîneran negirtibûn hundir.    Di danişîna duh de biryar hatiye dayîn ku Sadettin Yûvanç ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa T a Tarsûsê tê girtin û Bedriye Saka Balci yên gazindkar bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bibin. Hilbijartina van her du kesan jî balkêş e. Balci, di daxwaznameya xwe ya giliyê de gotibû ji Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş gazindker e û Yûvanç, di lêpirsîna cemaet û polisan de bi hinceta ku Bylockê bi kar aniye girtî ye.    Di Doza Kobanê de heyeta dadgehê heta niha bêyî ku agahî bide parêzeran bi awayekî veşarî îfadeyên 868 kesan weke gazindker girtiye. Ji van gazindkeran 610 jê ji wan daxwaza tevlîbûnê nekirine. Ji ber vê jî heyeta dadgehê biryar dayeku tenê îfadeyên 2 gazindkeran bê girtin.    MA / Zemo Aggoz