Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin 2021-12-08 16:19:37   EDENE - Parlamenterê berê yê HDP'ê Mehmet Alî Aslan, bi hinceta lêpirsîneke derbarê wî de hat binçavkirin.    Parlamenterê berê yê HDP'ê Mehmet Alî Aslan, bi hinceta lêpirsîneke ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê wî de hatibû vekirin hat binçavkirin. Li navçeya Çûkûrova ya Edenê wesayîta Aslan ji aliyê polisan ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Hat hînbûn ku polisan biriye Miduriyeta Polisan a Bajar a Edenê.