Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê 2021-12-09 09:08:58 AMED - Mehmet Ozoglû ku qeyûm ew xist Şaredariya Peyasê, piştî bû Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP'a Amedê, bêyî biçe ser kar meaşê distîne.  Qeyûmên tayinî şûna hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin, mal û milkên şaredariyê ji bo AKP'ê û derdora wê xerc dikin. Cîgirê Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'a Amedê Mehmet Ozoglû ku bi referansa AKP'ê ket şaredariyê, ji roja ku bûye cîgirê serokê baskê ciwanan naçe şaredariyê.    QEYÛM EW XIST ŞAREDARIYÊ   Qeyûm Mehmet Kiliç ku Peykerê Roboskiyê xera kir, kreş, saizyên perwerdehiyê û navendên çandê bi hinceta "li van deran perwerdehiyeke bêehlaqî hey" xere kirin û AKP'iyan şand umreyê Mehmet Ozglû xist şaredariyê.    MEAŞ JI ŞAREDARIYÊ, LÊ XIZMETA AKP'Ê DIKE   Ozoglû ku bi statuya karkeriyê ket Daîreya Karên Fenê ya Şaredariyê, di 24'ê Sibatê de bû Cîgirê Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'a Amedê. Her wiha tayinî Koordînatoriya Peyasê ya BAskên Ciwanan a AKP'ê jî hatiye kirin. Ozoglû, ji roja ku vûye cîgirê serokê baskên ciwanan heya niha naçe ser karê xwe yê li şaredariyê.    BI SOYLÛ RE WÊNEYÊ WΠ   Ozoglû, ji ber karên xwe yê li şaredariyê meaşê xwe bi awayekî rêk û pêk distîbe. Her wiha di 12'ê Tebaxê de gava Serokkomarê AKP'î Erdogan hatibû Amedê, bi performansa xwe ya govendgerandinê bal kişandibû.    Her wiha wêneyê Ozoglû bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muhsîn Eryilmaz re jî heye ku Eryilmaz wekî "qeyûmê herêmê" hatiye tayinkirin.