‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze' 2021-12-09 09:31:49   ŞIRNAK - Parêzer Hakzan Sadak bal kişand ser polîs û eskerên sûcan dikin û ji aliyê darazê ve tên parastin û destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê zêde dibe û hiqûq li hemû herêman wekî hev nayê şixulandin.    Li baharên herêmê ji ber polîtîkayên "ewlehiya taybet" û pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) ji sala 2008'an heya niha herî kêm 92 bûyerên wesayîtên zirxî qewimîne. Di van bûyeran de 20 jê zarok bi giştî 40 kesî jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî birîndar bûn. Heya niha li polîs û eskerekî jş yên musebîbê van bûyeran, cez anehatiye birîn. BErevajî vê, di raporên derbarê van bûyeran de, kesên jiyana xwe ji dest dan wekî "qisûrdar" hatin nîşandan.    Herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan pêl li Mîraç Mîroglû yê 7 salî kiribû û ew kuştibû. Lê belê polîsê ku Mîroglû yê 7 salî kuşt tenê îfadeya wî hat girtin û paşê hat berdan.    Parêzer Hakzan Sadak, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê esker û polîsan bi cesaret dike û sûcdar tên parastin.    ‘SÛCDAR TÊN PARASTIN'   Parêzer Sadak, diyar kir ku polîtîkayên bêcezatiyê dikin ku esker û polîs hîn bêtir sûcan bikin û got: "Ji ber polîtîkayên darazê karmendên dewletê yên sûc dikin, xwe wekî dewletê dihesibînin. Ev têkildarî Qanûna Bingehîn a 1982'yan e jî. Berjewendiyên dewletê di ser yên gel re ne. A rast di vir de gel di asta dudoyan de ye."    ‘HEMAN KES'   Sadak, anî ziman ku di lêpirsînan de yê tê sûcdarkirin mexdûr in û got: "Ên raporên têkildarî van bûyeran amade dikin an jî li cihê bûyerê vekolînan dikin meqamên darazê ne. Her wiha esker û polîs jî lêkolîna cihê bûyerê dikin. Yanî yên sûc dikin, ên raporê çêdikin, ên krokiya wê hazir dikin, ên lêpirsînê bi lez û bez dikin û întiqalî darazê dikin heman kes in. Ma wisa be dê rapor çawa bi awyaekî bêalî bê amadekirin? An jî dê lêpirsîn çi qasî çalak be? Dê biryarine adil çawa bên dayîn? Ev hemû cihê nîqaşê ne."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Sadak, bilêv kir ku polîtîkaya bêcezatiyê derb li edaletê jî xistiye û got: "Li Tirkiyeyê polîtîkayeke bêcezatiyê ya pêşî lê nayê girtin heye û her diçe zêde dibe. Bi taybetî ji ber neeşkerekirina sûc, ne lêpirsîneke çalak û necezakirina sûcdaran, li bara gel nebaweriya bi edaletê peyda dibe. Necezakirina kiryaran dibe sedema zêdebûna kiryarên nediyar û îşkenceyê."    ‘HIQÛQ WEK HEV NAYÊ ŞIXULANDIN'   Sadak, bûyera li Hezexê bibîr xist ku demek berê çêbûbû û got: "Mafê jiyanê yê vî zarokî hat binpêkirin. Û bûyerên bi vî rengî hema bibêje li tevahiya herêmê çêdibin. Piranî jê di çapemeniyê de dertên, lê hinek jê jî na. Hûn li Îzmîr, Enqere û Mêrsînê leqayî bûyerên bi vî rengî nayên. Di navbera herêman de cudatî hene. Lewma li rojavayê û li rojhilatê hîqûq wekî hev nayê şixulandin. A rast kuçe qadên jiyanê yên zarokan e. Û peywira we dewletê jî parastina zarokan e. Ger hûn nikaribin biparêzin, nexwe wesyîtên eskerî yên ji bo jiyana mirovan talûke ne li herê neşixulînin. Ev peywira we ye. Ger hûn nekin, nexwe ê sûcdar hûn in."    Sadak, anî ziman ku divê daxwaza ji bo edaletê bibe daxwazeke civakî û divê her kes daxwazên xwe yên di vî warî de bîne ziman.    MA / Zeynep Dûrgût