Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin 2021-12-09 11:26:52   STENBOL - Danişîna doza 6 rojnamevanên ku ji ber e-maîlên wezîrê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe tên darizandin, hat taloqkirin.    Rojnamevan Omer Çelîk, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat, Derya Okatan, Eray Sargin û Metîn Yoksu e-maîlên aydî Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak de kiribûn nûçe. Derbarê her şeş rojnamevanan de bi îdiaya “endamên rêxistinê ne”, “propaganda rêxistinê”, “astengkirina sîstema înformatîk” û “tunekirina daneyan” doz hatibû vekirin. Danişîna 13’emîn a derbarê rojnamevanan de li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.    Dozger hêj du roj di danişînê re mabû di celseya navberê de xwestibû rojnamevan werin cezakirin.    Danişînê îro bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Tunca Ogreten û parêzerên rojnamevanan û parêzera Berat Albayrak di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya di 7’ê mehê de ku pêşkêş kiribû dubare kir. Parêzera Albayrak jî xwest rojnamevan werin cezakirin.    Parêzeran miwekîlên xwe yên rojnamevan parastin û li ber cezakirina rojnamevanan rabûn û xwestin tevdîra kontrola edlî ya derbarê miwekîlên wan de werin rakirin. Parêzeran ji bo parastina li dijî mutalayê dem xwest.    Dadgehê daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir û daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 31’ê kanûnê kir.