Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim 2021-12-09 12:34:53   RIHA - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu serdana malbata Şenyaşar kir. Kiliçdaroglu got: “Hemû agahî li holê ne. Kes cesaret nake û gav navêje. Ez jî wek lawek te, wek birayê te ez ê vê dozê bişopînim.”       Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku di dozê de edalet pêk were ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Nobeda malbatê di roja 276’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û şandeya pê re serdana Malbata Şenyaşar kir. Malbatê bi dovîza “Em edaletê dixwazin” Kiliçdaroglû û şandeya CHP’3e pêşwazî kir. Parêzerên malbatê jî di serdanê de amade bûn.      QETLIYAMEK ORGANÎZEKIRΠ   Emîne Şenyaşar qala têkoşîna xwe ya edaletê ya 3 sal û 6 meh in berdewam dike ji şandeyê re kir û got nexweşînên wê zêde bûne. Emîne Şenyaşar dema kêliyên komkujiyê vedigot giriya û hêsir ji çavê wê bariyan û nikaribû biaxiviya. Ferît Şenyaşar li şûna dayika xwe axaftinê berdewam kir û vedestnîşan kir ku komkujî li ber nexweşxaneyê li pêş çavê dayika wî pêk hatiye û got: “Qetliyamek bi organîzekirî heye. Ji ber ku parlamenter di nava qetliyamê de ye, kes dozê venake. Nêzî salekê ye em li ber edliyê ne. Dozger ji me direvin. Dozger bûyerê dizanin.”    ‘JI BO HER KESÎ EDALET’    Parêzerê malbatê Bulent Duran jî agahiyên derbarê dosyeya dozê de bi Kiliçdaroglû re parve kir û got: “Qetliyamek pêk hat. Wezîrê wê demê got, tu têkiliya malbatê bi rêxistinekê re nîne. Ev malbata me tenê esnafiyê dikirin û bi qetliyamek hovane re rûbirû man. Tu kes nehat girtin. AKP’ê qetliyam kir û ji xwe re kir ranta siyasî. Em ji bo malbatê û her kesî edaletê dixwazin.”    KILIÇDAROGLU: EM Ê EDALETÊ BÎNIN    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Em ê bi hev re edaletê bînin. Kujer kî bin em ê bi hev re derxin holê. Hûn edalet ê em ê jî peywendiyên siyasî bibînin. Divê her kesê xwedî wijdan bi malbatê re be. Ev ne rewşeke asayî ye. Ev doz doza dayika ku zarokên xwe winda kiriye ye. Her kesê ku dibêje em mirov in, divê ji bo vê dozê rabin ser piyan. Tu eleqeya vê meseleyê bi çep, rast û partiyekê re nîne. Ev têkoşîna edaletê ye. Em çawa qêrîna dayikekê nebihîzin?”    ‘EZ Ê VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIM DAYIKA MIN’    Kiliçdaroglu anî ziman ku qetliyam li ber çavên dayikê pêk hatiye û wiha got: “Çiqas dozger hatin guhertin. Em zextên siyasî jî dizanin. Lê ew çi dikin bila bikin, em ê edaletê pêk bînin. Em ê ji bo xatirê vê axê her tiştî bikin. Ev xak bêhna edaletê jê tê. Ev der bajarê pêxemberan e. Em jê re dibêjin bajarê pêxemberan, lê neheqî li ser e û bêdaletî derketiye asta herî jor. Tiştek wiha çawa dibe? Pirsgirêk dê li edliyeyê çareser bibe, dadger û dozger dê werin û çareser bikin. Hemû agahiyên qetliyamê li holê ne. Kes newêre gavekê bavêje. Çima? Ji ber ku wekîlek tê de heye. Ne mebûzek heke ez serokkomar bim wê çi bibe? Birayê min edalet, edalet, edalet. Dayik dibêje ez mafê xwe yê edaletê dixwazim. Helbet zarokên wê venagerin, lê dixwaze agirê dilê wî vemire. Em ê van hemûyan pêk bînin, tu qet xem neke dayika min. Çawa ku tu vê dozê dişopînî, ezê jî wek lawek te û birayê te vê dozê bişopînim."   Kiliçdaroglû û şandeya pê re kêliyek li gel malbatê Nobeda Edaletê girtin û pişt re ji cihê çalakiyê veqetiyan.