Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin 2021-12-09 12:43:05 AMED - Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ku 22 sal in girtî ye û li ser biryara DMME'yê derbarê wî de dabû, darizandina wî ya careke din hatibû destpekirin, biryara sekinandina înfaza wî hat dayîn.    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza Hadî Elçîçek, Kûlîng Sevîlgen û Salîh Tûgrûl ku di sala 1999'an de Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi sûcdariya "xerakirina yekitî û hevparabûna dewletê" cezayê darvekirinê li wan birîbû û piştre cezayê wan veguheriyabû cezayê muebbetê de ji ber "binpêkirina mafê darizandina adîlane" Tirkiyeyê mehkûm kir. Piştî vê biryarê li 4'emîn Dadgehê Cezaya Giran a Amedê careke din darizandina wan hat destpêkirin.    ÎNFAZ HAT SEKINANDIN   Elçîçek ku bi Togrûl re tê darizandin, ji ber pirsgirêka ku di SEGBÎS'ê de derket nikaribû ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Tarsûsê tevlî danişînê bibe. Lê parêzerê Togrûm û Elçîçek Mehdî Ozdemîr li danişînê amade bû. Serokê Dadgehê, belgeyên ku li dosyayên hatibû barkirin parve kir û diyar kir ku biryar hatiye dayîn doznameya nû ya derbarê Elçîçek de hatiye aamdekirin bi dosya dozê re bê yekkirin.    Piştre parêzer Ozdemîr mafê axaftinê girtin û parastina muwekîlên xwe kir. Ozdemîr xwest ku mîna muwekîlê wî Togrûl ji bo muwekîlê wî Elçîçek jî biryara sekinandina înfazê bê dayîn. Dozgerê dozê li dijî vê daxwaza parêzer Ozdemîr derket û xwest ku daxwaza sekinandina înfazê bê redkirin. Heyeta dadghehê, daxwaza dozger red kir û biryar da ku dosya Togrûl bê temamkirin û înfaza Elçîçke jî bê sekinandin.    Togrûl di sala 2014'an de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê înfaza wî hatibû rawestandin û hatibû berdan, Kûlîng Sevîlgen jî di sala 2015'an de li Giretîgeha Tîpa T a Bandirmayê qrîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû.