Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin 2021-12-09 13:33:26   AMED - Derbarê mirina Hêlîn Hesret Şen a ku polîsan gule lê reşandin û wê kuştin dê derbarê polîsê bersûc Abdullah E. de ji nûve darizandin were kirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê di 12’3e Cotmeha 2015’an de ku qedexeya derketina derve lê hebû, Hêlîn Hasret Şen a 12 salî li gel dayika xwe diçûn firinê nan bikirin. Hêlîn û dayika xwe bûn armanca guleyên ji maşîneya zirxî hatin reşandin. Di encama gulebaranê de Hêlînê jiyana xwe ji dest da. Derbarê kuştina Hêlînê de wê darizandina polîsê kujer Abdullah E. berdewam bike. Wê bersûc polîs Abdullah E. ji sûcê “kuştina bi qestî” ji nû ve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran were darizandin. Danişîn wê di 1’ê sibata 2022’yan de were lidarxistin.