Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin 2021-12-09 15:11:12   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, ji bo mehekê hevdîtinê li girtiyê ku îşkence lê hatiye kirin qedexe kirin.     Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, beriya mehekê êriş li 35 girtiyên siyasî hatibû kirin û piştre jî sewqî girtîgehên cuda hatibûn kirin.  Kadrî Katar jî yek ji van girtiyan bû û sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hatibû kirin. Dema sewqkirinê jî destê Katar kelemçe kiribûn û îşkence lê kiribûn. Malbat Katar ji 30'ê mijdarê ve agahî ji kurê xwe nagire. Di 8'ê mehê de malbata Katar li girtîgehê digere û girtîgehê ji wan re radigîhe ku mehek cezayê hevdîtinê li Katar birîne û heta mehekê axaftina bi telefonê jê re qedexe ye.    'TELEFON QUT KIRIN'   Bavê Katar Îdrîs Katar ku em bi telefonê pê re axivîn, ev agahî dan me: "Kurê min beriya niha di girtîgeha Şirnexê de bû. Lê piştî êrîş li wan hat kirin, sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Kurê min şandin Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê. Em carekê çûn hevdîtina wî. Di wê hevdîtinê de ji me re got ku îşkenceyên giran li wan hatine kirin û bi zehmetî dimeşe. Piştî ku ew anîne Erziromê, dest danîne ser televizyon û cixareyên wan jî. Televîzyon û cixare ji wan re qedexe ye. Herî dawî di 30'ê mijdarê de em pê re axivîn. Me pişt re agahî negirt. Me duh telefonî rêveberiya girtîgehê kir. Rêveberiya girtîgehê ji me re got, 'Ji wî re qedexeya hevdîtinê ya mehekê heye' û telefon qut kirin."   Bav Katar, banga hestiyariyê li raya giştî kir û got ku divê ev pêkanînên li ser girtiyan bi dawî bibin.