ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-10 09:00:18 * Ji Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Mehmet Alî Başak, destnîşan kir ku milyon û 300 hezar karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin û got: "Di demeke ku kes nikare tiştekî bikire de, divê meaşê kêm meaşekî adil be."  * Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya, diyar kir ku li Dersimê herêmên li ber gel hatine "qedexekirin" ji bo nêçirvanan serbest in. Çetînkaya ku nêçirvaniyê wekî "cinayetê" pênase kir, destnîşan kir ku dê bi bertek û têkoşîna gel pêşî li ber nêçirvaniyê bê girtin.    *  Şaredariya Îdirê ya di bin banê qeyûm de, bi armanca "xurtkirina bîra yekîtiya neteweyî" biryar stend ku bi 70 hezar û 800 TL'yî dîreka alayê li baxçeyê midûriyeta polîsan biçikîne.    * Girtiyê nexweş Emîn Guler ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê de ye û ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    * Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl nerazîbûna xwe ya ji bo astengî û qedexeyên kêfî yên Walîtiya Şirnexê ji bo lidarxistina çalakiyan daye dan û gotin: "Wê nikaribin bi rêbazê Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî pêşiya tekoşîna me bigirin"   * Dayikên li Îzmîrê diyar kirin ku dewlet bi tecrîda Îmraliyê di şaşitiyê de israr dike û got: "Kengî hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin, bêhan civakê dertê û li welêt demokrasî rû dide."    * Hiqûqnasan bal kişandin ser têkoşîna Malbata Şenyaşar a nobeda xwe ya edaletê didomîne û diyar kirin ku malbata Şenyaşarê di têkoşîna ji bo mafên mirovan de bûye sembolek girîng.    * DMME'yê ji bo cezayê muebeda giran ê li Ayetûllah Ay ê 17 sal in girtiye hatiye birîn diyar kir ku bi delîlên "resenî û rastiya wan nehatine vekolandin" hatiye birîn û bi vî awayî biryara binpêkirinê da.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja xwe ya 277’emîn de berdewam bike.    * Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevserokê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Umît Dede wê têkildarî Hefteya Mafê Mirovan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)    * Wê têkildarî rewşa tenduristiya Parlamentera berê Aysel Tûglûk li Şirnex û Îzmîrê daxuyanî bên dayîn. (10.00-14.00)    * Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de wê li gelek navendan daxuyanî bên dayîn. (12.00-17.00)    * TTB, SES, ÎHD û TÎHV wê derbarê Wezîrên Tenduristî û Weziîra Xebatê de yên ji binpêkirina mafên tenduristî û jiyanê berpirsyar in giliyê bikin û li pêş Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (12.30)    * Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê têkildarî binçavkirina Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Miraç Dînç wê daxuyanî bê dayîn. (13.00)    * "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane dest pê kirin, dê di roja 25’emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)    * Derbarê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan bi awayek guman jiyan xwe ji dest da, dê li gelek navendan daxuyanî werin dayîn. (12.00-19.30)