'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin' 2021-12-10 09:15:19 ŞIRNEX - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl nerazîbûna xwe ya ji bo astengî û qedexeyên kêfî yên Walîtiya Şirnexê ji bo lidarxistina çalakiyan daye dan nîşandan û gotin: "Wê nikaribin bi rêbazê Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî pêşiya tekoşîna me bigirin" Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiye û bajarên herêmê ket meriyetê, li herêmê hê jî didome. Pêkanînên Rewşa Awarte  di heman demê de azadiya gelê herêmê jî binpê dike. Li  herêman çalakiyên demokratîk ên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyas tên astengkirin. Yek ji van bajaraên ku çalakî lê tên qedexekirin jî Şirnex e. Li Şirnexê her çi qas ji aliyê Walîtiya Şirnexê  ve bi awayeke fermî qedexekirina çalakiyan neyê ragihandin jî, lê hema bibêje hemû çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên ne nêzî îqtidarê ji aliyê polîsan ve tên qedexekirin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Sebahattîn Denîz û endamên sendîkayan bertek nîşanî van pêkanînan dan.    'TIRKIYE VEGUHERANDIN CEHNEMÊ'    Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz, diyar kir ku qedexe li dijî partiya wan tên ragihandin û wiha axivî: " Piştî ku Rewşa Awarte bi dawî bû, li Kurdistanê bi taybetî jî  li Şirnexê pêkanînên wê berdewam kir. Hikûmeta AKP û MHP’ê di van 5-6 salên dawî de Tirkiye veguherandin cehnemê. Niha li Şirnexê her 15 rojan çalakîyan  qedexe dike. Bi taybetî jî ji bo pêşî li girtina çalakiyên xebat û çalakiyên partiya me ev qedexeye tên ragihandin. Lê em bi  her awayî  li qadan in. Em weke HDP’a Şirnexê li ser vê bingehê xebatên xwe  didin meşandin. Bi rêbazê Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî wê nikaribin pêşiya tekoşîna me bigirin."    'EM Ê TEBIKOŞIN'    Denîz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser daxuyaniyên Walitiyê yên 'aramiyê'  û got: "Ev daxuyaniyên Walî ne dilsozin.  Ji ber ku ew jî dema ku diçe Cûdî bi balafirê diçe. Ji xeynî wan û kesên ku nêzî wan kesek nikare biçe wan herêman. Welatiyên li van herêman dijîn jî bêyî ku nasnameya xwe radestî qereqolên gundan bikin nikarin biçin gundên xwe. Li dijî van  astengiyan jî weke HDP  qasî ku ji destê me tê tedikoşin. Em dixwazin li şûna li ber avahiyên partiyê derbikevin qadan. Em daxwaz dikin ku  qadên heyî yên li bajaran bi kar bînin. Lê em rastî astengiyên wan tên.  Ji bo şikandina her cure zext û astengiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'BI KEYFÎ TÊN ASTENGKIRIN'    Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şirnexê Murat Ozbey jî bertek nîşanî qedexeyan da û ev tişt got: " Walîtiya Şirnexê ev demeke dirêj e li vî bajarî di bin  biryarên Rewşa Awarte de  îmze diavêje. Mafê me yê  herî demokratîk bi qedexeyên keyfî tê astengkirin. Lê dema ku sendîka û girseyên ku nêzî hikûmetê  bêyî destûr li ku derê û kengî bixwazin dikarin çalakiyên xwe pêk bînin. Û xuya ye ku ev astengî tenê li dijî me ne.  Em van pêkanînan qebûl nakin. Ev sendîkaya bi îdiaya avakirina civakeke saxlem derketiye holê û hem li dijî neyînîyên Wezareta Tenduristiyê û hem jî li dijî neheqiya rêveberiya nexweşxaneyê ya li ser me tekoşîn dide. Lê lê  aliyekî ve jî li dijî qedexeyên Walîtiyê bajêr tekoşînê didin.Em tu caran dev ji tekoşîn dayinê bernadin.   Em vê hişmendiya qedexekar a Walîtiyê û polîtîkayên wî bi  têkoşîna xwe  teşhîr bikin.Em ê li  hemberî hemû neyîniyan têkoşînê mezin bikin. Ji tekoşînê pêvetir  çareya me nemaye."   'AZADÎ TUNE YE'    Ozbey, anî ziman ku li herêmê li ser navê azadiyê tiştek tune ye û wiha domand: "Li Cûdî, Gabar û Bestayê daristan tên tunekirin.  Zext li gundiyan tê kirin ku darên xwe bibirin. Û her wiha ji kesên nêzî hikûmetê re îhale tê kirin. Bi salane li ser herêmê polîtîkayeke taybet tê meşandin. Lê dema em li daxuyaniyên Walîtiyê dinêrin, tê gotin ku her der serbeste û welatî dikarin biçin her derê. Lê em dibînin ku gelê me nikarin biçin van herêman û karên sewalkarî û çandiniyê bikin.  Ev herêm her  tim qedexene. Bihêlin li bejahiyê, li navenda bajêr em nikari mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.  Tenê di ketina Şirnexê de gelek nuqteyên kontrolê re derbas dibin.  Û di her kêliyê de, cerdevanek an jî polîsek dikare were û nasnameya we ji we bixwaze. Bi rastî ev zextek psîkolojîk e. Em dikarin vê zextê hem weke kes û hem jî weke civak hîs bikin. Li vî bajarî wekî ku tê fikirîn azadî tune ye, li vî bajarî wekî ku tê fikirîn serbestî tune ye. Ev azadî tenê ji bo hin aliyan hene. Partiyên siyasî û STKyên ku di vê civakê de bertek nîşan didin, her carê bi qedexeyan re rû bi rû dimînin."   'EM Ê TEQEZ BI SERBIKEVIN'   Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) Adnan Şenbayram, jî da zanîn ku herêm bi rêbazên OHAL'ê tê birêvebirin û got: "Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, li  Tirkiyeyê bi taybetî jî li Şirnexê  polîtîkayên çewisandinê hatin  meşandin. Û bi vî rêbazî li  dijî sendîkayên ku têkoşîna kedê dimeşînin zext û gef dixwin. Em nikarin bernameyên xwe li dar bixînin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Her xebateke me tê astengkirin.  Me berê jî mînakên vê yekê dît. Kengî em  hewl bidin ku  plansaziyekî çêbikin û  daxuyaniyekî bidin çapemeniyê bi hinceta biryarên Walîtiyê tên astengkirin. Weke sendîkayên ku têkoşîna kedê didin û weke endamên sendîkayan  me tu carî serî netewand û em ê  serî netewînin jî.  Li dijî her cure zext û astengiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê ev têkoşîn ne tenê tekoşîneke takekesî be, divê veguhere têkoşîneke civakî.  Em ê li dijî neheqî, bêhiqûqî û pêkanînên dijdemokratîk  têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez bi ser bikevin û ji tekoşîn dayinê jî tawîz nedin.   MA / Zeynep Dûrgût