Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin! 2021-12-10 10:22:49   STENBOL - Veysî Eskî ê parêzerê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da diyar kir ku butona lezgîn a li hucreya Gezer lê dima û li hucreyên din hatine betalkirin.    Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîfa F girtî bû duh li hucreya lê dima bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Garîbe Gezer di girtîgehê de bi îşkenceya sîstematîk re rûbirû mabû. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Gezer xwe kuştiye û bêyî ku parêzer hebin otopsiya cenaze hatiye kirin.    Di rapora pêş a otopsiyê de sedema mirina Gezer nehatiye diyarkirin. Parêzeran xewst biçin girtîgehê lê çûna wan hat astengkirin. Parêzeran li ser vê yekê girtek amade kirin û ragihandin ku ew ê derbarê rayedaran de gilî bikin. Li ser israr û berteka parêzeran destûr hat dayîn ku parêzer biçin Girtîgeha Kandirayê û bi miwekîlên xe din re hevdîtinê bikin.    Veysî Eskî ku parêzerê Gezer bû derbarê serdana girtîgehê de ji ajansa me re axivî. Eskî diyar kir ku bêyî wî otopsiya cenaze hatiye kirin û pişt re wan bi dozger re hevdîtinê kirine û dozger gotiye ‘bêyî parêzeran jî otopsî dibe’. Eskî got bêparêzer karûbarê otopsiyê gumanan zêdetir dike.    NÎŞANEYA DALIQANDINÊ    Eskî da zanîn ku pişt re wan otopsiya pêşî wergirtine û wiha got: “Di raporê de sedema mirinê nehatiye diyarkirin. Ev rapor ne ya esîl e. Hêj sedemê mirina wê bi awayek zelal nehatiye tespîtkirin. Lê belê dema meriv raporê lêkolîn dike nîşaneya daliqandinê heye. Piştî ku rapora teqez hat wê sedema mirina wê ya teqez diyar bibe.”    DENGÊ XWE NEDAYE BIHÎSTIN    Eskî anî ziman ku pişt re çûne girtîgehê û wan li Kandirayê bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û miwekîlên din re hevdîtin kirine. Eskî anî ziman ku muwekîlên wan xemgîn in û got: “Gotin ku pergala hucreyê bi tenê di bûyereke wiha de bandor bûye. Ji ber ku tiştek wisa ye ku mirov di van şaneyan de bimire jî kes nikare wan bibihîze. Rewşeke wiha ya tecrîdê heye. Ji ber vê rewşa tecrîdê Garîbe demeke dirêj di bin tecrîdê de ma. Şert û mercên wî tunebûn ku dengê xwe bide bihîstin."   BUTON HATINE BETALKIRIN    Eskî da zanîn ku piştî çûne girtîgehê hînbûne ku butonên ji bo rewşên awarte ango lezgîn hatine betalkirin û wiha got: “Neçalakkirina van butona îhmaleke cidî ye. Ji ber ku di rewşeke lezgîn de dibe ku kesek di hucreyê de bi wan butonan bi rêveberî û gardiyanan re têkiliyê deyne, lê ev buton hatine betalkirin. Belkî heger ev buton nehatana girtin an betalkirin, dibe ku rewşek wiha çênebûya jî. Ev buton bi hinceta ku girtiyên edlî li ser hev bikar tînin hatine betalklirin.”    SAETEK ŞÛN VE FERQ KIRINE    Eskî da zanîn ku hevalên Gezer ên li girtîgehê saetek şûn ve rewşê ferq kirine û got: “Piştî saetekê gazî dikine, lê deng ji Garîbe dernakeve û pişt re agahî dane îdareyê. Piştî îdare hatiye dîtine ku Garîbe jiyana xwe ji dest daye.”    KIŞANAK: KUŞTINA JINEKÊ YE    Eskî hevdîtina xwe ya bi Gultan Kişanak re wiha vegot: “Kişanak got ku ev kuştina jinan e. Ji ber ku îdareyê her çend gav bi gav rewşa derûnî ya Garîbe zanibû jî, ti tedbîr negirtine û bi qestî jinek şandine mirinê.”    ‘DIVÊ LÊPIRSÎNEK BERFIREH WERE KIRIN’    Eskî anî ziman ku divê Wezareta Dadê lêkolîneke berfireh bike û wiha got: “Li girtîgehan kes ne di ewlehiyê de ye. Bi taybetî di Tîpa F de bi sazûmana dewletê re bi tenê tên hiştin. Di pirsgirêkên kûr ên derûnî yên ku mirov jiyan dike de, rêveberî bi tu awayî li gorî vê rewşê xwe nêzî mirovan nake. Divê ku ev însan bi tenê neyên hiştin. Heger hewce be divê were dermankirin. Ji ber ku piştî bûyerên ku hatin serê Garîbe, mana li Kandirayê jî pirsgirêk e. Wan Garîbe di bin kontrola kesên ku ew mexdûr kirin de hiştin.”   MA / Mehmet Aslan