‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’ 2021-12-10 13:04:50 STENBOL - Jinan diyar kirin ku bawer nakin Garibe Gezer a bi awayekî biguman li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest daye, xwe kuştiye û wiha gotin: “Ev komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine.”    Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê girtîbû bi îşkenceyek sîstematîk û destdirêjiyê re rûbirû mabû. Gezer duh bi awayek guman li hucreya lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da û mirina wê weke “Întîxar” hat aşkerakirin. Bertekên li dijî gotina “întîxarê” didomin. Jinên ku cenazeyê Gezer teslîm girtin wiha gotin: “Ev ne întîxar e cinayet e.”   ‘NE ÎNTÎXAR E’   Ayşegul Sîncer Karataş, qala hevdîtina dawî ya Gezer, bi xwişka xwe Asya Gezer re kiribû kir û wiha got: “Xwişka Gezer digot morale wê baş bû. Kes bawer nake ku Garîbeyê xwe kuştiye. Em dikarin bêjin ji îşkence û tacîza hatiye kirin û bûyera dawî pêk hatî girtîgeh berpirsyar e. Dema em tiştên ku Garîbeyê jiyane dinêrin, dibînin ku tundiyeke ku di salên 90’î jî nehatiye dîtin pêk hatiye.”   ‘BERPIRSYAR DI HOLÊ DE NE’   Leyla Aygun, da zanîn ku întîxarên li hucreyên yek kesî û girtîgehan de pêk tên biguman in û wiha axivî: “Normal nîne ku li girtîgehên di bin kontrola dewletê de întîxar pêk werin. Em jî normal nabînin. Em dixwazin demildest rastî derkeve holê. Bêyî ku parêzer werin duh otopsi hatibû kirin, ev jî gumanan zêde dike. Piştî tiştên bi serê Gezer hatin berpirsyar kî ne di  holê de ne. Di bin kontrola dewletê de tecawiz lê hat kirin. Dîsa berpirsiyariya dewletê ew e ku ev mirin çawa çêbûye aşkera bike.”   ‘BI DESTÊ DEWLETÊ KOMKUJÎ PÊK HAT’   Meryem Ûslû ya bertek nîşanî mirina Gezer da jî wiha got: “Ev ne hewldaneke xwe kuştinê ya asayî ye, komkujiyeke ku bi temamî ji aliyê dewletê ve hatiye kirin e. Girtîgeh 24 saetan bi kamereyan tên şopandin. Berî ku parêzer biçin otopsi hatibû kirin. Ev jî delîl e ku cinayet tê vedişartin. Îro Garîbe Gezer hat qetilkirin. Ev gefeke li dijî hemû jinan e. Divê teqez hesaba Garîbe Gezer were pirsîn. Divê herkes ji bo tu Garibeyên din nemirin, berteka xwe nîşan bidin.”