Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin 2021-12-10 14:10:36 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, dikandarekî nerazîbûn nîşan da ku wesayita zirxî li ber dikana wî park kiriye. Li ser vê yekê polîsan êrişî dikandar kirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dikandarekî nerazîbûn nîşan da ku wesayita zirxî TOMA li ber dikana wî park kirine. Heman dikan li pêşberî avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiyayê ye. Dikandar anî ziman ku TOMA muşteriyan asteng dike û nerazîbûn nîşan da. Polîsan li ser vê yekê êrişî dikandar kirin.   Polîsan got, "Tu çawa dikare li ber hêzên ewlekariyê rabe" û hewl dan dikandar bifetisînin.  Dikandar û xelkê li derdorê pêşî li polîsên êrişkar girtin. TOMA ji ber dikanê vekişiya, lê belê polîsan dikanê dorpêç kir.