Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan 2021-12-10 16:55:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz Serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir û ev tişt got: "Weke jinên kurd em ê dengê xwe li dijî polîtîkayên tecrîdê bilind bikin."   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran ên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Elih, Bedlîs û Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn.   HIQÛQ DIJMINAHIYÊ    Di destpêkê de Hevseroka HDP’a  Amedê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy, diyar kir ku edalet ji bo her kesî pêwîst e û wiha got: “Îro 10 'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye lê binpêkirina mafên mirovan duh xwe dîsa da nîşandan. Garîbe Gezer duh bi şev li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F'yê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de li girtîgehan hiqûqeke dijminane tê meşandin. Her wiha dayikên bu bi rojan in ji ber bêdaletiyê û bêhiqûqiyê ku li girtigehan tê jiyîn di nobetê de ne. Em jî bi vê minasebetê îro li vir in.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'    Li ser navê TJA’yê aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî û nobeta xizmên girtiyan silav kir. Çelebî, destnîşan kir ku ew ê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têbikoşin û wiha axivî: "Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê û helwesta dijminane ya li hemberî gelê xwe têbikoşin. Li Tirkiyeyê li girtîgehan girtîgeh tênê hiştin û cezayê muebbetê li girtiyan tê birîn. Em wek TJA, wek dayikan û wek jinên têkoşer li hemberî vê zilmê serî natewînin û em ê tu carî serî netewînin. Em dibêjin bi rêya aştî, hiqûq û demokrasiyê jiyanek wekhev daxwaz dikin lê belê ew li hemberî van daxwazên me bi zindanan û bi zordestiyê bersivê didin.”   ‘WÊ TÊKÇÛN BI TEKOIŞÎNA DAYIKAN BE'    Piştî Çelebî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye ji bo veşartina pirsgirêkên xwe zilm û zordestiya li dijî kurdan ji xwe re wek rêbazekê daye pêşiya xwe. Dayikên me bi salan e ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin û ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin. Ji ber ku îro li Tirkiyeyê edalet nemaye. Wekî ku Emîne Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê gotibû edalet di binê erdê de ye, îro dayikên me ji bo lêgerina edaletê têdikoşin. Qarneya Tirkiyeyê di hêla mafên mirovahiyê de lawaz e. Îro ya herî zêde mafên mirovahiyê binpê dike Tirkiye ye. Tirkiye herî zêde bi zilm û zordestî û bi çûyîna darazê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Ji ber vê yekê jî herî zêde li ser girtîgehan zilm û zordestiya xwe dimeşîne. Lê yê ku plana çokdanînê dabûn pêşiya xwe îro çok danîne û wê têk biçin. Têkçûyîna rejîma wan jî wê bi têkoşîna dayik û jinan be.”    TECRÎD   Aydenîz, di berdewamê de balê kişand ser tecrîdê û têkildarî mijarê wiha axivî: "Polîtîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê dibe. Destpêkê li Îmraliyê dest pe kirin, lê îro li ser tevahiya beşên civakê tecrîd tê meşandin. Weke jin û dayikên kurd em ê dengê xwe li dijîm tecrîdê bilind bikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo dayikan jî bidomînin."   WAN    Nobeta bı heman rengî ya li Baroya Wanê hatibû destpêkirin jî di roja duyemîn de berdewam kir. Xizmên girtiyên Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karelî demekê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî nobet girtin.