Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî 2021-12-11 09:57:03   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Mûazez Orhan, di hevdîtinên budçeyê de bikaranîna çekên kîmyewî ya Artêşa Tirk ji Wezîrê Parastinê Hulusî Akar pirsî. Akar, pirsê li xwe qayîl nanî û angaşt kir ku çekên kîmyewî yên Artêşa Tirk tune ne.    Li Lîjneya Giştî ya Meclisê, li ser budçeyên Wezareta Daristan û Çandiniyê, Wezareta Parastinê û Wezareta Edaletê yên sala 2022'an û hesabê teqez ê sala 2020'an hevdîtin hatin kirin. Di beşa dawî de ji wezîran pirs hatin kirin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên Artêşa Tirk de ji Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ev pirs kir “Agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê di rojeva çapemeniya cîhanê de ne. Gelo hûn ê derbarê mijarê de lêkolînekê bikin?”    RÊXISTINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YA NAVNETEWÎ LÊKOLÎN DIKE   Akar, pirsa Orhan li xwe qayîl nanî û angaşt kir ku çekên kîmyewî yên Artêşa Tirk nînin û Tirkiyeyê çekên kîmyewî ne kirîne, ne veşarti ye, ne hilberandiye. Li gel van gotinên xwe jî Akar da zanîn ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navnetewî têkildarî mijarê lêkolînan dike.    MA / Berivan Altan