Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt 2021-12-11 10:05:29 ŞIRNEX - Polisan, bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt. Di serdegirtinên malan ên di heman wextê de jî polisan li Cizîr û Silopiyayê gelek kes binçav kirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan di saetên ze yên sere sibehê de bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê de girt. Sedema serdegirtinê nayê zanîn û lêgerîna polisan a li avahiyê berdewam dike.    Li aliyê din polisan li Cizîr û Silopiyayê di heman waxtê de bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegrtinên Cizîrê de polisan Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP'a Cizîrê Naîm Înedî, Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît binçav kirin. Li Silopiyayê jî polisan Delîl Urek û Nadîr Onûk binçav kirin. Tê gotin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.