Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin 2021-12-11 11:11:08 AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Qayserî Bunyanê, dema hejmartinê ji ber ku ranebûne ser piyan midurê girtîgehê û gardiyanan heqaret li girtiyan kiriye.     Girtî Şeyh Davût Başkan ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Qayserî Bunyanê girtî ye, bi malbat xwe re bi telefonê axivî û pirsgirêkên li girtîgehê ragihand. Bavê Başkan Şeyhmûs Başkan, diyar kir ku kurê wî jê re ragihandiye ku ji ber dema hejmartinê ranebûne ser piya gardiyanan hewl daye wan bi zorê ji qawişê derbixin û dema li dijî vê jî derketine gardiyananhewaret li wan kiriye.    Başkan, da zanîn ku dema girtiyan xwestiye têkildarî mijarê pê re hevdîtin bikin midurê girtîgehê jî heqaret li wan kiriye.    LI DOZGERIYÊ GILÎ KIR   Başkan, da zanîn ku têkildarî mijarê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê daye û giliya midurê girtîgehê û gardiyanan kiriye.    Her wiha Başkan, bang li parastvanên mafê mirovan kir ku zextên li girtîgehê zêde dibin lekolîn bikin.