Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin 2021-12-11 11:20:24 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Li bajarê pêxemberan bêedaletî rabûye pêdarê! Gel pêşiya edliyeyê nîşanî hemû hilbijartiyên tên Rihayê didin."  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 278'an de berdewam dike û ji ber dawiya heftê malbat nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî dîmenek ji serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya wan parve kir û ev parvekirin kir: "Li bajarê pêxemberan bêedaletî rabûye pêdarê! Gel pêşiya edliyeyê nîşanî hemû hilbijartiyên tên Rihayê didin. Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin."