Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike 2021-12-11 11:57:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Destên Paqij a Herêma Kurdistanê, bi lêv kir ku rayeya wan nîne ku dewlemendiya malbata Barzanî ya derveyî welat lêkolîn bikin.    Di 7’ê Kanuna 2021’an de rojnamevan Zack Kopplin ku li navendeke lêkolîn û fikrî ya Amerîkayê dixebite, lêkolîneke xwe ya derbarê sermaya malbata Barzaniyan a li Amerîkayê de li rojnameya The Amarecin Prospect û malpera www.prospect.org parve kir.  Li gorî belgeya ku Kopplin parve kiriye li eyaleta Miami ya Amerîkayê milkeke 12 hezar metre kare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî heye. Kopplîn dibêje, dermanxaneyeke Barzaniyan ya lûks û şûşeyî ya nimûneya wê li cihek din nîne heye. Li gorî Kopplin bihayê 4 milkên Barzaniyan ên li Miami, Virginia, Californiayê bi komî zêdeyî 75 milyon dolara ye.   'TENÊ DIKARIN LI HERÊMA KURDISTANÊ KARÊ XWE BIKIN'   Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî. Ehmed diyar kir ku ew nikarin çavdêriya milk û serveta berpirsan ya ji derve bikin. Ehmed dazanîn ku tenê dikarin li Herêma Kurdistanê lêkolînan bikin, rayeya wan nîne li derveyî welat lêkolînan bikin û wiha got: "Komîsyona Destên Paqij a Herêma Kurdistanê tu peywendiya xwe bi derve re nînin, tenê dikare li Iraq û Herêma Kurdistanê karê xwe bike. Lê saziyên Iraqî divê mijarê de xwedî peywendîne, ji bo em jî bikarin mal û milkê berpirsan ên derve lêkolîn bikin, pêwîstiya me bi mekanîzmeyek navnetewî heye. Ji ber ku dema nûçeyek li ser berpirsek belav dibe, em nikarin tevlî bibin." Ehmed li ser karê Komîsyona Destên Paqij a li herêmê jî wiha got: “Di çarçoveya fermanên ji desteya me re tên, em çavdêrî û lêkolînan dikin.”