Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin 2021-12-11 12:29:16 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku wê pêvajoya cînayeta Garîbe Gezer bişopînin û otopsiya Gezer ku bêyî tevlîbûna parêzeran hatibû kirin jî weke helwdana girtina ser delîlan şîrove kir.  Girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kadirayê, îşkence lê dihat kirin û ji aliyê gardiyanan ve dest dirêjî wê hatibû kirin, roja pênçeşêmê jiyana xwe ji dest da. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku pêvajoya derbarê neheqiyên ku li Gezer dihatin kirin dişopand, diyar kir ku mirina Gezer encama binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyê ye. Keskîn, destnîşan kir ku hê nizanin Gezer întihar kiriye ya na û wiha got: "Întihar kiribe jî ji ber girtina bi tena serê xwe ya di hucreyê de û pêkanînê li dijî xwe  întihar kiriye."   'BELIM ALÎKARÎ XWESTIBE'   Di berdewamê de Keskîn, da zanîn ku di hevdîtina wê yaa dawîn a bi Gezer re Gezer gelek bibiryar bûye û ev tişt got: "Otopsiya Gezer ku bêyî tevlîbûna parêzeran hat kirin tê wateya sergirtin delîlan. Di salên 1990'i de teqez em parezer di bûyerên biguman de diketin otopsiyan. Lê niha bi tu awayî parêzer nikarin bikevin otopsiyan û delîl ji me tên dizîn. Dema girtina cenaze li kesên cenaze xwedî derketin dan. Belim Garîbe alîkarî xwestibe, lê vê tu kes nizane. Ji ber vê ev hemû encamê bêhiqûqiyê ne."   Di dawiya axaftina xwe de Keskîn, bi lêv kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk tên û got ku weke Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) heta dawiyê bûyerê bişopînin.     MA / Esra Solîn Dal