Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome 2021-12-11 14:48:28 AMED - Xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan ku bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" tên gelhev, wiha bang kirin: "Heta dîtina hestiyên windayê me yê dawîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan, di hefteya 670'yî de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" domandin û li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Endam û rêveberên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amed, Şaxa Egîtim Senê ya Amedê û Odeya Bijîjkan a Amedê piştgiriya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ji salên 1990'an ve xizmên windayan ji bo dîtina windayan têdikoşin û û ew ê têkoşîna xwe ya bi wan re bidomîn.      'FAÎL DIYAR IN'   Piştre Serokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtim Senê ya Amedê Emîne Akşahîn axivî û destnîşan kir ku revandin, kuştin û îşkence polîtîkayên desthilatên salên 1990'î bû ne. Di berdewama axaftina xwe de Akşahîn li rûyê polisan nêrî û axaftina xwe domand û got ku di wan salan de 170 kedkarên perwerdeyê hatine revandin û windakirin û faîlên wan diyar in.    HETA HESTIYÊ DAWÎN...   Piştî Akşahîn Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz, metna daxuyaniyê ya hatibû amadekirin xwend. Akdenîz, salvegera 73'yemîn a qebûlkirina Danezana Mafê Mirovan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi bîr xist û destnîşan kir danezan destfketiyeke mezin e. Akdenîz, di berdewamê de bal kişand ser têkoşîna wan ji bo windayan û got ku heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî xwendina metna daxuyaniyê çîroka Ramazan Yuce ku di 29'ê hezîrana 1992'an hatibû windakirin hat vegotin û pirsa faîlên wî hat kirin.    Herî dawî ji bo Ramazan Yuce û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   ÊLIH    Li Êlihê jî xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 507'emîn de li ber Biryardariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî axivî û got ku weke duh dê îro jî piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna xizmên windayan bidomînin.