‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’ 2021-12-11 16:39:24   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 507’emîn ya çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku mînaka vê ya herî dawî Garîbe Gezer e.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hefteya 507’emîn a çalakiya “Rûniştina F” li avahiya komeleya xwe li dar xist. Di çalakiyê vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin hat bibîrxistin. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan were berdan” hat vekirin. Parêzera Garibe Gezer a di encama îşkenceya sîstematîk de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da, Jiyan Tosûn jî beşdar bû.    ‘BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN KUŞTIN’   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn ê di daxuyaniyê de axivî, qala mirina Gezer kir û diyar kir ku girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tên kuştin. Acettîn dazanîn ku, tevî qanûn, peyman û belgeyên neteweyî û navneteweyî jî, mafên girtiyan tên binpêkirin û îşkence li wan tê kirin û bi lêv kir ku cînayeta Gezerê, delîla herî mezin a vê yekê ye.    ‘EM Ê BIBIN ŞOPDAR’   Acettîn, bi bîr xist ku Gezer ji ber îşkenceyên rayedarên girtîgehê gotibû “ez dixwazim dengê min were bihîstin” û wiha got: “Ji bo binpêkirinên mafan werin astengkirin ji derve piştgirî xwestibû. Lê tu rayedaran ev îdîa lêkolîn nekirin, bûyer paşguh kirin û cenazeyê Garîbeyê ji wir derket. Weke Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ji bo sedemê rast ê mirina Garîbe Gezer derkeve holê û her faîlê ew anî vê astê were cezakirin em ê şopdarên bûyerê bin.”   ‘BAL KIŞAND SER REWŞA OZKAN’   Acettîn, qala rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê 25 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ozkan ê nikare bimeşe, nikare biaxive, pirsgirêkên wî yên giran ên bihîstin û dîtinê hene, bi alîkariya kurê xwe yê ku ew jî girtî ye dikare bijî. Mehmet Emîn Ozkan li gel temenê xwe yê pêşketî hê jî di girtîgehê de tê ragirtin û nexweşiya wî ya giran ji bo mafê wî yê jiyanê gefeke giran e. Ozkan ê hema bibêje ne mimkûne ku baş bibe, heke serbest were berdan wê zêdetir bikaribe bijî û rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike û tedawî û lênerîna wî di şertên baş de dê were domandin.”   Acettîn, bang li rayedaran kir ku ligel Ozkan ji bo berdana hemû girtiyên nexweş, pîr, astengdar û nexweşên bi zarok erka xwe bi cih bînin û mafê wan ê jiyanê biparêzin.    TECRÎDÊ GARÎBE KUŞT   Pişt re parêzera Gezer, Jiyan Tosûn axivî. Tosûn, bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya ser girtiyan û wiha got: “Her çend Saziya Tiba Edlî mirina Gezer ronî nekiribe jî sedemê mirina wê tecrîd e. Tişta li cenazeyê wê hatiye kirin jî cihekarî û mûameleya nebaş e. Ev jî nîşandana hiqûqa dijminatiyê ye.”