Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê 2021-12-12 09:06:02 SÊRT - Qeyûmê ku 115 milyon TL deyn xist stuyê Şaredariya Sêrtê, 19 mal û milkên şaredariyê jî bi 20 milyon û 862 hezar TL'yî da ber îhaleyê.   Qeyûmê ŞAredariya Sêrtê Osman Hacibektaşoglû, şaredariya ku di dema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tu deynên wê tune bûn, heya qirikê xistiye nav deynan û 19 mal û milkê şaredariyê jî ji bo firotinê dan ber îhaleyê. Mal û milkên dane ber îhaleyê jî ji erse û erdan pêk tê. Ev mal û milkên ku bi 20 milyon û 862 hezar TL'yî dane ber îhaleyê, 13 perçe jê li taxa Evrenê, 4 jê li taxa Çalê û her duyên din jî li taxa Yagmûrê û taxa Kooperatîfê ne.    Dê ev mal û milkên şaredariyê di 14'ê Kanûnê de li avahiya şaredariyê bi îhaleyê bên firotin.    WÊ BI ERZANÎ BÊN FIROTIN   Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, anî ziman ku qeyûm mal û milkên şaredariyê bi erzanî daye ber firotinê. Işik, bilêv kir ku Şaredariya Sêrtê ku qet deynên wê tune bûn, piştî di 6'ê Sibata 2017'an de qeyûm tayinî wê hatiye kirin 115 milyon deynê wê çêbûye. Işik ku qeyûman wekî "feraseta talankirinê" pênase kir, destnîşan kir ku armanca qeyûman tunekirina destkeftiyên gelê kurd e.    PÊŞKÊŞÎ AŞÎGIRÊN ÎQTIDARÊ KIRIN   Işik got: "Karê ewil ê qeyûm, xerakirina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan bû. Paşê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê pasîf kir û malpera kurdî ya şaredariyê girt. Mala şînê jî da Ulku Ocaklariyan. Paşê çî şaredariyê hebû lêşkêşî alîgirên xwe û alîgirên îqtidarê kirin."    KARMENDÊN BANKAMATÎKÊ!   Işık, anî ziman ku qeyûm li şûna gelek karkerên ji kar derxistin "karmendên bankamatîkê" bi cih kirine û got: "Gava şaredariyê dagir kirin ewilî 63 karker bêyî hincet ji kar derxistin û bêyî liyaqat kadroyên xwe anîn. Niha tenê lêçûnên perosnelên şaredariyê di ser 9 milyon TL'yî re ye. Piranî jê jî karmendên bankamatîkê ne. Di warê hilberînê û xizmetê de tu xebat tune ye. Ên ku me ew hilberandibûn jî xelas kirin. Me li erseyeke 15 dekarî zebze çandibûn ji bo malbatên rewşa wan nebaş, ew jî nehiştin."   DÊ AVAHIYA ŞAREDARIYÊ JÎ BIŞEWITÎNIN   Işik, bilêv kir ku îhaleyên şaredariyê bi 21/b'yê pêşkêşî alîgiran tên kirin û got: "Îhaleya amûrên xişrî jî bi vê usûlê tê kirin. Didin alîgirên xwe, lê têr nake. Ji lew re ev têr naxwin. Wisa biçe dê avahiya şaredariyê jî bifiroşin."    Işik di dawiya axaftina xwe de got: "Gava em hatin ser kar, me hewl da em deynan bidin. Lê cardin qeyûm tayin kirin. Niha hin deynine din li deynên berê bar dikin. Ew jî baş dizanin ku ew ê çûnê ne û wisa yeqşn dikin ku em ê cardin bên. Armanca wan ew e ku gava rêvebiriya HDP'î were nikaribe bixebite û tew nikairbe meaşan jî bide."    MA / Fethî Balaman