‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’ 2021-12-12 13:35:34   ÎZMÎR – Rêxistinên hiqûqê bal kişandin ser dosyeya doza Denîz Poyraz û gotin: “Hêzên li pişt qetliyamê hêj dernexistine holê. Ji bo tiştek di tariyê de nemîne, em li pey dozê ne.”    Baroya Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Rojevî ya Mafê Mirovan, bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan têkildarî doza Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hat kuştin û wê danişîna wê di 29’ê kanûnê de were lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xistin.    Civîn li avahiya Baroya Îzmîrê pêk hat. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e, nûnerên rêxistinên hiqûqê û parêzerên doza Denîz Poyraz beşdarî civînê bûn.    ‘BILA TARÎBÛN WERE RONÎKIRIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di civînê de axivî û destnîşan kir ku di êrişa li ser avahiya HDP’ê de tenê ne Denîz Poyraz hat qetilkirin û got: “Ev êriş li dijî azadiya derbirîn û mafê jiyanê pêk hat. Ji bo ku berpirsiyar werin darizandin, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê nehêlin ku bûyer di tariyê de bimîne. Bila hemû têkiliyên qirêj derxin holê. Em wek baroya Îzmîrê di 29’ê mehê de beşdarî danişînê bibin.”   ‘BILA CÎNAYET WERE ZELALKIRIN’    Seroka Komeleya Rojevî ya Mafê Mirovan Ozlem Yilmaz jî anî ziman ku li Tirkiyê cînayetên nefretê dewam dikin û ew dixwazin cînayeta Denîz Poyraz were zelalkirin.    ÇHD: EM LI PEY DOZÊ NE    Sekrtera Giştî ya ÇHD’ê Nergîz Tuba Aslan jî destnîşan kir ku di serî de ew li pey doza Denîz Poyraz û hemû dozên nehatine zelalkirinê ne û dixwazin demildest bûyer were ronîkirin.    ‘DIXWAZIN SER DOSYEYÊ BIGIRIN’    Endama OHD’ê Aryen Tûran jî da zanîn ku ew ji roja ewil a qetliyamê ve hewl didin delîl û detayan berhev bikin û bal kişand ser kêmasiyên di îdianameya hatiye amadekirinê. Turan anî ziman ku tê xwestin ser dosyeya dozê were girtin û ji bo faîlên rastî derbikevin holê wê têkoşîna xwe bidomînin.    BANG    Rêxistinên hiqûqê xwestin ku her kes bibe şopînerê doza Denîz Poyraz a wê di 29’ê kanûnê de were lidarxistin û ji bo rastî derkevin holê divê her kes bibe dengê vê dozê.