Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn 2021-12-12 13:36:19   MÊRDÎN - Li Derikê wesîyata zirxî li wesayîta sivîlan qelibî û ajokarê sivîl mir û du kes birîndar bûn.    Li gorî îdiayê li ser rêya Derîk-Qoserê ya Mêrdînê di navbera du malbatan de şer derket. Ji bo polîs mudaxileyî şer bikin sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di vê navberê de otomobîlek ji paş ve li wesayîta zirxî qelibî. 3 kesên di wesayîta sivîl de birîndar bûn.    Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û diyar kirin ku ji birîndaran ajokarê otomobîlê Hiznî Ogur (45) jiyana xwe ji dest daye. Eyup Ogur (40) û Suud Elîtaş (41) ên birîndar û cenazeyê yê mirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.