Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu 2021-12-12 18:25:50   STENBOL - Di Kongreya HDP’ê ya Stenbolê ku bi hezaran kes tevlî bûn û coş û bîryardarî lê serdest bû, Hevserokên nû bûn Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi dirûşma “Niha dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn û hema bêje cih li eywana kongreyê nema. Bi hezaran kesên beşdarî kongreyê bûn bi berzkirina dirûşmeyên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” dilsoziya xwe ya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anîn ziman.     Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê, hemû pêkhateyên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn.    Girseya ku ket eywanê ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da û girtiyên siyasî dirûşman berz kirin. Her wiha girseyê bal kişand ser zextên li ser HDP’ê û dirûşmeya “HDP gel e gel li vir e” berz kirin.    HEVSEROKÊN NÛ BÛN BÎROL Û ENCU   Piştî axaftina Sancar raporên Malî û Xebatê hatin xwendin. Piştî raporan Koma Bajar derket ser dike. Bi hezaran kes daketin ser dikê û bi stranên hatin strandin re govend gerandin. Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê pêk hat de, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknûr Bîrol û Ferhat Encû ji bo Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê hatin wezîfedarkirin. Hevserokên ku vexwendin ser dikê, kesên beşdarî kongreyê silav kirin û axaftineke kurt kirin.    BÎROL: EM Ê DESTHILATA HERAMIYAN HILWEŞÎNIN   Îlknûr Bîrol a ewilî axivî, diyar kir ku ligel hemû zehmetiyan jî tu car paş ve gav neavêtin û wiha got: “Ji bo hilweşandin desthilata heramiyan em ji Stenbolê bi rê ketin.”   ENCU: EM Ê STENBOLÊ BIKIN KELEHA HDP’Ê   Ferhat Encu jî gotina Serokkomarê AKP’yî Erdogan a “Gelo taqeta bingeha we maye ku niha mîtîngekê li dar bixe?” ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re gotibû bi bîr xist û wiha got: “Îro vê eywanê bingeheke çawa heye nîşanî van da. Em ê serweriya wan hilweşînin û Stenbolê bikin keleha HDP’ê. Em soz didin Dayika Taybet û Garîbe Gezer. Em ê teqez serbikevin.”   Kongre bi govenda hat gerandin bi dawî bû.