Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû 2021-12-12 19:39:26 WAN - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku li Wanê di panela mafên mirovan de axivî, bi lêv kir ku Wezareta Dadê bûye wezareta zulumatê û wiha got: “Çalakiya Garîbeyê çalakiyeke şermezarkirina delwetê û gazinde bû. Diviya me ev peyam girtibûya.”  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Baroya Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê paneleke bi navê “Mafên Mirovan” li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dar xistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû, Dîrokzan Ayşe Hur û Parêzer Ramazan Demîr weke axivêr tevlî panelê bûn. Moderatoriya panelê jî Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş kir.    Beriya panele Serokê Baroya Wanê Parêzer Zulkuf Ûçar, diyar kir ku li welat binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên û ji bo ev binpêkirinên mafan ji holê rabin wê têbikoşin.    ‘DEWLETA TIRK LI SER CIHEKARIYÊ HATIYE AVAKIRIN’   Di panelê ewilî Dîrokzan Ayşe Hur axivî û diyar kir ku Tirkiye li ser cihekariyê hatiye avakirin û bi lêv kir ku komkujiyên di dîrokê de qewimî jî mînaka vê yêkê ne. Hur, anî ziman ku li welat heke kurdek bêje “ez ji koka xwe kurd im” hin maf jê re tên dayîn û wiha got: “Kurdek bi şertê ku ji bo civaka kurd neaxive û nerazîbûnên xwe neîne ziman, dikare xwe li vî welatî bigihîne nuqteyeke. Dîsa li vî welatî binpêkirina mafê jiyanê di seranserê dîroka Komarê de bê îstîsna hatiye pêkanîn. Dîsa îşkence bûye perçeyekî vê axê û pîvanên hiqûqê.”   ‘DIVÊ DAXWAZÊN XWE BI DENGEKÎ BILIND BÎNIN ZIMAN   Pişt re Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî û qala qedexeyên 5 salan ên çalakiyên li Wanê kir. Gergerlîoglû diyar kir ku Wan yek ji bajarên ku mafên mirovan herî zêde lê tê binpêkirin e û bi lêv kir ku divê mirov mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar bînin û daxwazên xwe yên maf, hiqûq û azadiyê bi temamî bi dengekî bilind bînin ziman.    Gergerlîoglu, her wiha nameya Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da xwend û wiha got: “Em baş dizanin ku ev hemû ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd in. Heta ku dewlet dest ji refleksên xwe yên klasîk ên dewletê bernede, pirsgirêka kurd çareser nabe. Garîbe Gezer ku du roj berê jiyana xwe ji dest da, di emrê xwe yê biçûk de sirgûnî 8 girtîgehan bûbû. Ji bilî vê lêdan, heqaret, îşkence lê hatkirin. Dema min nameya wê xwend ez gelekî xemgîn bûm û giriyam. Garîbe tevî di girtîgehê de evqas tişt jiyan jî tejî bi hêvî bû. Garîbe di wê baweriyê de bû ku rojekê ev welat dikare azad bibe û bibe cihê heq û hiqûqê. Lê dawî li hêviyên wê anîn. Wezareta Dadê bû wezareta zilumatê, desthilat jî bû desthilata zilumatê. Çalakiya Garîbeyê çalakiyeke şermezarkirina delwetê û gazinde bû. Diviya me ev peyam girtibûya. Piştî ku Garîbe jiyana xwe ji dest da jî rehet neberdan. Helwesteke dijî mirovahiyê pêkanîn. Darbesta Garîbeyê bi şermeke mezin avêtin pişta kamyonetê. Bila ev bikevin dîrokê û neyên ji bîr kirin.”   ‘LI ÎMRALIYÊ Û GIRTÎGEHÊN DIN TECRÎD HEYE’   Gergerlîoglû, qala bêhiqûqiya li girtîgehan diqewime kir û wiha axivî: “Bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê lig elek girtîgehan şert û mercên tecrîdê yên giran hene. Pêşiya aştiya li Tirkiyeyê encax di hevdîtinên bi Ocalan re dikare bê vekirin. Heke pêşiya vê hevdîtinê neyê vekirin wê 200 sal din jî ev pirsgirêk berdewam bike.”   ‘BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN YA DARAZÊ YE’   Parêzer Ramazan Demîr ê herî dawî axivî jî diyar kir ku saziya darazê di rewşa îro ya welat de sûcdarê sereke ye. Demîr qala cînayeta Garîbe Gezer kir û wiha got: “Di demeke ku binpêkirinên bi vî rengî yên giran hatin kirin de, me çi kir? Me çima miroveke ku xwe ewqas bêçare hîs dikir, bi tenê hişt?” Demîr bi lêv kir, heta ku dadger û dozgerên ku xiyanetê li pîşeyê xwe dikin hebin, wê ev êş û azar dewam bikin û wiha axivî: “Di têkoşîna hiqûqî ya Selahattîn Demîrtaş de ya herî girîng di DMME'yê de arşîv e. Qeydên dadgehê ji bo nifşên pêşerojê, van rojan bibînin pir girîng in. Sedema sereke ya ku siyasetmedar li dadgehan parastinê dikin ew e ku eşkerekirina sûcan were qeydkirine. Me Jêrzemînên Cizîrê li DMME’yê nîqaş kirin û hemû cîhanê bihîst bê li Cizîrê çi qewimîye. Ev qeydên pir girîng in. Rojekê ev biryar wê bibin îddîanameya kesên ku ev sûc kirine. Çi bibe bila bibe wê ev desthilat neçar bimîne biryarên navneteweyî bi cih bîne. Li aliyê din dadgehên ku divê me biparêzin zêdetir mexdûr dibin. Saziya herî girîng a bûye sedem ku welat were vê astê dadgeh in, ji ber ku sîstema dadgeriyê ye ku vê bêperwatiyê dide kesên ku van sûcan dikin.”     Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.