Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû 2021-12-13 09:01:51 ENQERE - Li girtîgehan di 10 salên dawî de hejmara girtiyên nexweş 6 qet zêdebûn. Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a ATO’yê Aysel Ulker bi lêv kir ku li girtîgehan rîskeke mezin a nexweşî û mirinê ku nikare bi derve re were hevberkirin heye. Li girtîgehan ji ber binpêkirinên mafan û şertên nebaş, her tim girtiyên nexweş ên nû çêdibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2011’an de 106 jê giran 256; di sala 2013’dan de 162 jê giran 554; di sala 2014’an de 228 jê giran 678; di sala 2015’an de 282 jê giran 731 girtiyên nexweş li girtîgehan hebûn. Piştî îlankirina Rewşa Awarte di hejmara girtiyên nexweş de bi awayekî cidî zêdebûnek çêbû. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 22’yê Hezîrana 2017’an 357 jê giran hezar û 25 girtî li girtîgehan bûn.    Ji sala 2011’an û vir ve hejmara girtiyên nexweş ji ber bergiriyên di dema pandemiyê de nehatin girtin û derman nekirina girtiyan gihişt 6 qatan. Li gorî  daneyên ÎHD’ê yên guncav, niha 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Aysel Ulker, ku 33 sal in li ser rewşa girtiyên nexweş û şertên girtîgehan dixebite, li ser mijarê nirxandin kirin.    ‘ÇI DIBE EM NIZANIN’   Ulker, diyar kir ku ji bilî serlêdanan nikarin tu têkiliyê bi girtiyên nexweş re deynin û bi lêv kir di demên dawî de destûrê nadin wan ku biçin girtîgehan. Ulker, dazanîn ku li nexweşxaneyên ku lê dixebitin jî ji bo biçin odeyên ji girtiyan re hatine veqetandin divê destûrê bigirin û wiha got: “Me gelek hikumet û wezîrên dadê dîtin lê serdemeke ku evqas têkiliyên me bi girtîgehan re hatine qûtkirin me nedît. Bi biryara dadgehê me karî bikevin odeya girtiyan a li nexweşxaneya me. Ji bilî serlêdanan çend sal in li Girtîgeha Sîncanê çi dibe em nizanin, em nikarin biçin jî. Bi tu awayî destûrê nadin me ku em biçin.”   Ulker, anî ziman ku qasî mirovên li derve mafên xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan jî heye û wiha berdewam kir: “Lê di pêkanînê de ne wisa ye. Girtîgeh vegerîne îşkencexaneyan. Girtî di şert û mercên nebaş de dimînin û li gorî mirovên din zêdetir nexweş dibin.”   ‘ÇÛYÎNA NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCEYE’   Ulker, bi lêv kir ku çûyîna girtiyan a nexweşxaneyê bi îşkenceye û wiha pê de çû: “Girtî bi wesayîta rîngê sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Li nexweşxaneyan odeyeke ku girtiyên mêr lê bisekinînin heye lê ji bo jinan ew jî nebû, jin bi saetan di rîngê de disekinîn. Wesayîtên rîngan îşkenceya duyemîn e. Di encama hewldanên odeya me ya bijîjkan ji bo jinan li nexweşxaneyê ode vekirin.”   Ulker, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a girtiyên naxwazin biçin nexweşxaneyê mûayeneya bi kelemçeye û pê de çû: “Mûayeneya bi kelemce bi temamî derveyî mafên mirovan e. Heke bijîjk ji ewlehiya xwe bi guman bin dikarin ji kesên ewlehiyê digirin yekê bigirin hundir lê esker û polîs dikevin hundir. Bi vî awayî mûayeneyeke bitendurist pêk nayê.”   PÊVAJOYA DERMANKIRINÊ   Ulker, dazanîn ku nexweşiyên girtiyan gelek dereng tên teşhîskirin, ji ber vê yekê jî rêjeya nexweşiyan zêde dibe û got: “Bijîjk tetkik, MR û tahlîlan dixwaze. Girtî dîsa dişînin girtîgehê. Pişt re dîsa randevuyê ji bo nexweşxaneyê digirin. 3 an 5 mehan dikare bidome. Heke randevuya wî hat jî karê eskeran hebe girtî nikare biçe nexweşxaneyê. Dîsa randevû tê wergirtin ew jî piştî 6 mehan dibe. Mixabin şûna ku nexweşiyan zû teşhîs bikin, gelek dereng dikin.”   Ulker, bi lêv kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha domand: “Piştî ku nexweşî tê teşhis kirin ji bo hewldanên cerrahî dîsa heman pêvajo dubare dibe. Pişt re jî taloqkirina înfazê te rojevê. Saziya Tiba Edlî heta ji hin cihan neyê pejirandin nêzîkî taloqkirina înfazan nabe û dibe sedemê mirina mirovan. Bi têkoşîneke mezin a parêzeran berî ku bimirin 3-4 rojan derdikevin û ji xwe piştî derdikevin jî gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Di van salên dawî de gelek dadger û dozgerên girtî serî li me dan. Dibêjin em di qawişên 40 kesî de dimînin, dibêjin qedexeyên me yên pirtûkan hene. Elbet em bi wan re jî mijûl dibin. Elbet em vê jî difikirin dema hûn li derve qet girtî dihatin bîra we.”   DI QAWIŞA 3 KESÎ DE 7 KES DIMÎNIN   Ulker, bi lêv kir ku şertên girtiyan gelek xerab in, di van şertên xerab de ne pêkane ku girtî nexweş nebin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya niha li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî serî li me de. Di qawişeke 3 kesî ya tîpa F de dimîne. Di qawişa 3 kesî de 7 kes dimînin. Min li metrekareyên wan nêrî ne gengaz e ku 7 cih li wir bi cih bibin. Di qawişa Nexweşxaneya Nûmûneyê 6 nexweş radizan û tuwaletek tenê hebû. Dîwarê tuwaletê tune bû pate dor gerandibûn, serê we vekirî bû û ji binî ve 20 santîman vekirî bû. Me got ev di nava qawişê de çawa dibe, gotin ji ber ewlehiyê divê wisa be. Serşok jî weke depoyê tê bikaranîn. Ev tişta ez qal dikim li qawişa girtiyan a li paytext pêk tê. Me dyi serdanê de ev dîmen dît. Ji ber vê yekê li gorî derve rîska ku girtî nexweş bin zêdetir e. Li girtîgehan rîskeke mezin a nexweşî û mirinê ku nikare bi derve re were hevberkirin heye.”   MA / Delal Akyuz