Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin 2021-12-13 11:31:04   AMED - Dozger di doza derbarê rojnamevan Dûrket Suren hatiye vekirin de bi hêceta “alîkariya rêxistinê kirinê” beraet, ji “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê xwest.    Danişîna 8’emîn a doza bi hêcetên parvekirinên twîtterê, belavkirina hejmarên qedexe yên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, bi îdiayên “bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” û “propagandaya rêxistinê” derbarê rojnamevan Dûrket Suren hatiye vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Suren tevlînebûyî de parêzerên wê amade bûn.    Dozgerê ku mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir, bi hêceta “alîkariya rêxistinê kirinê” beraet, ji “propagandaya rêxistinê” jî ji 10 mehan heta 5 salan cezayê hefsê xwest.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya Dadgehê, ji bo parêzerên Surenê li dijî mutalaayê parastinê bikin dem da wan û danişîn taloqî 21’ê Sibata 2022’yê kir.