Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin 2021-12-13 16:48:40 MÊRDÎN - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di serdana şîna Garîbe Gezer de axivî û got ew ê hesabê mirina biguman bipirsin.  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlu û şandeyên ji Dîlok, Sêrt, Êlih û Mêrdînê çûn serdana şîna Garîbe Gezer a li navçeya Kerborana Mêrdînê. Malbata Gezer şandeyan pêşwazî kir.    BAŞARAN: EM Ê HESAB BIPIRSIN    Ayşe Acar Başaran di şînê de axivî û anî ziman ku li girtîgehan û derve zextên zêde hene û got: Hevalên me yên di girtîgehan de dîl hatine girtin her roj bi îşkence û êrişan re rûbirû dimînin. Garîbe jî weke jineke kurd di girtîgehê de rastî van îşkenceyan hat. Li girtîgehan polîtîkaya tunekirinê heye. Garîbe jî bû qûrbana van polîtîkayan. Lê em dizanin ku; di girtîgehê de bêsedem jiyana xwe ji dest nade. Garîbe jî di hucreya yek kesî ya girtîgehê de rastî îşkenceyê hat û pişt re bi awayek guman mir. Em ê bibin şopînerên doza Garîbeyê. Ji bo ji berpirsiyaran hesab were pirsîn, em ê têbikoşin û em ê hesab bipirsin. Ev cînayet bi destê tifaqa AKP-MHP’ê pêk hatiye.”    WÊ DI TÊKOŞÎNA WAN DE BE    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî got wê kes nikaribe têkoşîna azadiyê ya jinan bitepisîne û dê Garîbeyê di têkoşîna de nemir be. Demîr diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya azadiyê her bidomînin.    Di serdana şînê de jinan lorand û jinan bi kilaman Garîbeyê bibîr anî û soza têkoşînê dan.    Piştî serdanê şande ji şînê veqetiya û malbatê dû re şîna xwe bi dawî kir.