Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye 2021-12-13 17:01:53   RIHA - Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê serdana malbata Ocalan kir û ev peyam hat dayîn: “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”    Endamên Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê bi serokatiya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede serdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li gundê Amara bi ser navçeya Xelfetî ya Rihayê ve kirin. Mehmet Ocalan ê birayê Ocalan pêşwaziya şandeya HDP’ê kir.    ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’    Umît Dede di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew di çarçoveya hefteya mafê mirovan de serdanên malbatên bi bêhiqûqiyê re rûbirû mane dikin. Dede anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye û welat veguheriye welatê tecrîdê. Dede destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Heq û hiqûq nemaye. Lewma tecrîdê giran dikin. Mifteya çareserî û aştiya welat li Îmraliyê ye. 22 sal in tecrîdek bênavber berdewam dike. Pêdiviya me bi Ocalan heye.”    ‘WÊ PIRSGIRÊK DI HEFTEYEKÊ DE WERE ÇARESERKIRIN’    Pişt re Mehmet Ocalan jî axivî û partiyên muxalefetê ku li dijî tecrîdê gotinek nakin rexne kir û got: “Muxalefetê tu carî vê tecrîdê neanî ziman. Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka tevahî gelan e. Yên ku deng û rengê kurdan dixwazin bila dizanibin ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em nizanin Rêber Apo û her sê girtiyên li cem wî dijîn an na. Divê tecrîd hin bêtir bibe rojev. Heke deriyê Îmraliyê were vekirin, wê pirsgirêka kurd di hefteyekê de were çareserkirin.”