Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne 2021-12-14 09:10:12 ENQERE - Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku ATK ji zanîstê dûr e û li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne.  Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtiyên nexweş zêde dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş ku divê bên berdan bi raporên neyînî yên Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê wan de dide li girtîgehan tên girtin. Di 6 salên dawîn de zêdetirî 100 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2020'an de 16 girtiyên nexweş li girtîgehan û 5 girtiyên nexweş jî piştî berdana xwe demeke kurt jiyana xwe ji dest dan.    Raporên nexweşxaneyên cemaweriyê yên "nikare li girtîgehê bimîne" ji aliyê ATK'ê ve tên guhertin û vediguherin raporên "dikare li girtîgehê bimîne". ATK'ê raporên "nikare li girtîgehê bimîne" ku ji aliyê nexweşxaneyên cemaweriyê ve ji bo girtiya nexweş siyasetmedara jin Aysel Tûglûk û girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) hatibû dayîn guhert û kir raporên ku "dikare li girtîgehê bimîne". Ji ber van biryarên xwe bêalîbûna ATK tê nîqaşkirin. Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer, derbarê ATK'ê û biryarên ku dide axivî û nirxandinan kir.    LI PÊŞIYA BIRYARGIRTINÊ ASTENG E   Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku di sala 1982'an de bi sererastkirinên ku hatine kirin bi Wezareta Edaletê ve hatiye girêdan û bi vî awayî li pêşiya biryarên hiqûqî yên bêalî dibe asteng û wiha got: "Weke ku tê zanîn AKT li ser pisporiyê hatiye avakirin. Saziyên mîna ATK'ê li welatên mîna Tirkiyeyê ku pergalên totalîter lê wan bihêz in girêdayî dewletê dixebitin. Ji ber vê jî rayeyên ku dikarin bandor li ser pêvajoya darizandinê bikin jê re hatine dayîn. Biryarên ku ATK dide ji zanîstê dûr in. Kesên li ATK'ê divê pispor bin. Di pisporiyê de rêxistinbûna hîyerarşîk nabe. Di pisporiyê de divê nirxandin li gorî agahiyên zanistî be. Lê ATK ne li gorî van prensîban biryar dide."    'XWE DIKE ŞÛNA DADGERAN'   Bîçer, destnîşan kir ku ATK timik xwe dike şûna desthilat û dewletê û wiha got: "Li şûna jiyana mirovan ji bo mayîna wan a li girtîgehê dixebite. Di meneya zanistî de bêparhiştina ji azadiyê ya kesekî nexweşê giran sûcekî mezin e. Biryarên ATK'ê yên derbarê girtiyên nexweş de beriya 30 salan çawa bin niha jî wisa ne. Dixwazin bibêjin ku me berê jî me nexweşan di girtîgehê de dihişt û dixwest bimirin, niha jî cuda tevnagerin. Dikevin derdê ku wê çawa li gorî qanûnan tevbigerin. AKP li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne. Rexmî ku rabûne jî bi vê rêyê darvekirin û mirinê di rojevê de dihehilin. ATK girêdayî pergalê ye."   MA / Delal Akyuz