Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin 2021-12-14 09:10:55 ÊLIH -  Bi hinceta ku pevçûnên li herêmê weke "şer" pênase kiriye înfaza Mehmet Hakki Yildiz ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye hat şewitandin.  Mehmet Hakki Yildiz (33) ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, rexmî ku 7 sal û 6 meh cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Dadgeriya Înfazê ya Amedê, di 17'ê mijdarê de cara duyemîn înfaza Yildiz çewitand. Dadgeriyê, hevdîtina Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê ya bi Yildiz re weke hinceta şewitandina înfazê nîşan da. Dadgeriyê, di biryara xwe de diyar kiriye ku tu cezayekî dîsiplînê li Yildiz nehatiye birîn lê di hevdîtina rû bi rû ya bi endamên lîjneyê re kiriye de pevçûnên bi PKK'ê re weke "şer" pênase kiriye. Ji ber ku Yildiz ji PKK'ê re negotiye "rêxistinê terorê" jî weke "nêzbûna hestî ya PKK'ê hatiye nirxandin.    'HINCETÊN VALA'   Malbata Yildiz a li Elihê bertek nîşanî şewitandina înfaza kurê xwe da. Xwûça Yildiz Menfîa Çelîk, diyar kir ku birayê wê li îfadeyên şahid hatiye girtin û wiha got: "Bi awayekî bêhiqûqî roja ku cezayê birayê min qediya înfaza wî şewitandin. Beriya niha jî şewitandibûn. Hincetên ku nîşan didin jî tirsnak in. Hincetên vala ne. Hezkirina me di dilê mê de dihêlin. Cara destpêkê me bi hevjîn û 3 kurên wî re amadekariya berdana wî dikir. lê agahiya şewitandina înfaza wî ji me re hat. Me nikaribû vê ji zarokên re bibêjin. Me got, 'perê bavê we qediyaye dema ku çi bibe dê bê'. Bila êdî ev neheqiya li me tê kirin bi dawî bibe. Jixwe bi awayejî bêhiqûqî hat girtin. Ne tenê ev tişt tînin serê me, tînin serê bi sedan girtiyan."   MA / Fethî Balaman